Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne

img
 
WAN - Serokê VOSÎAD'ê Şemsettîn Bozkûrt, ji bo pakêta aborî ya di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûa coronayê de hat aşkerekirin got, pir dûrî pêdiviyên jiyana pratîk e. 
 
Hikûmeta AKP'ê çend roj berê di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) de pakêta "Mertala Îstikrarê ya Aborî" aşkere kir. Serokê Odeya Komeleya Karsazên Pîşesaziya Organîzeyê ya Wanê (VOSÎAD) Şemsettîn Bozkûrt, destnîşan kir ku pakêta hatiye aşkerekirin pir dûrî pêdiviyên jiyana pratîk e. 
 
BÊÇARETÎ KÛR BÛ 
 
Bozkûrt, anî ziman ku hin sazî û dezgeh tevdîrine pir dûrî pêdiviyên jiyana pratîk girtine û got, ev yek ne teşwîqkirin e. Bozkûrt, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê du sal in aborî berteng dibe û got: "Ev du sal in hem li cîhanê hem jî li welatê me bertengiyek cidî ya aborî heye. Li cîhanê û welatê me di warê aborî û gelek waran de berberîbûn, bertengî û bêçaretiyek heye. Bi ser de jî vîrûsa coronayê hat. Her diçe xitimandin û bêçaretî kûr dibe. Belkî cara ewil e civak bi van têgehan re rû bi rû dimîne. Ligel vê sazî û dezgehên xwedî temsîliyetek mezin jî hin tevdîr girtine. Lê belê tevdîrên wan pir dûrî pêdiviyên jiyana pratîk in. Ev rewş bandoreke mezin li me hilberîner û pîşesazan dike. Gotine wê saetên ceryan, av û gaza xwezayî li cihê cih neyên xwendin û wê li gor nêvengiya fatûreyên du salên dawî bên amadekirin. Hin nûnerên me vê yekê wekî daxwaz û teşwîkekê dinirxînin. Lê belê nirxandineke bi vî awayî dûrî aqilan e." 
 
Bozkûrt, destnîşan kir ku a ku divê bê kirin divê fatûre bên taloqkirin û tehaqûqkirin û got: "Niha wisa xuya dibe ku wê qedexeya derketina derve îlan bikin. Ji ber vê kes nikare tu karî bike. Tişta diviya bikin fatûreyên ceryan û gaza xwezayî sê mehan tehaqûq bikin. Ev ne teşwîq an jî detsek e. Ev tiştekî derî aqilan e." 
 
BI HEZARAN KES BETAL IN 
 
Bozkûrt, got: "Wan di xizmeta sektorê de xwedî îstihdameke girîng e. Nexasim di van sektoran û sektorên din de hema bêje ji sedî 95'ê kargehan hatin girtin û bi hezaran xebatkar betal man û bi sedan kardêr bêçare man. Piraniya van kesan, danberheviyek wan tuneye. Hema bêje bi awayekî rojane debara xwe dikirin. Niha ev kardêr û xebatkar nikarin ji malên xwe derkevin û bixebitin. Ev pirsgirêkeke pir mezin e. Divê heta şewb biqede piştgiriya van mirovan bê kirin. Piraniya pakêtên tên aşkerekirin ne li gor pêdiviyên jiyana pratîk in. Heger pakêt ne ji bi burokratan, tevî nûnerên sektoran û nûnerên karkeran bên îstîşarekirin û amadekirin, wê çaxê mirov dikare bêje bi rastî jî tevdîr tên girtin." 
 
Bozkûrt, destnîşan kir ku li Wanê tu esnaf tuneye ku nedeyndar be. 
 
Bokzûrt, anî ziman ku piraniya civakê betal e û bi karên rojane debara xwe de û got: "Hem ji bo bi awayekî baş li dijî şewbê têkoşînek çêbibe hem jî ji bo divêtiyên dewleta civakiyî pêk bên divê mexdûriyeta mirovên me bê helkirin." Bozkûrt, dewlet ji av, xwarin, nan, telefon û ji gelek tiştên gel bacê distîne, loma divê peywira xwe pêk bîne û got: "Çimkî feraseta sereke 'bira mirov bijî ku dewlet bijî' ye. Loma divê divêtiyên vê yekê jî pêk bên." 
 
MA / Cemîl Ûgûr