Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden: Karê xizmetkarên tenduristiyê yên îxrac bûne bidin wan

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku bi vê hêjmara xebatkarên tenduristiyê nikaren pêvajoya vîrûsa corona (Kovid-19) derbas bikin û xwest xizmetkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin dîsa li karê xwe vegerin û karê wan paşve bidin wan. 

 
Li Tirkiyeyê piştî vîrûsa corona (Kovid-19) belav bû, kar û barê xizmetkarê tenduristiyê jî zêde bû. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya sala 2018'an di saziyên xizmeta tenduristiyê de 153 hezar û 128 doktor hene. Bi giştî 1 milyonek û 16 hezar û 401 personelên tenduristiyê hene. 
 
Li gorî ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca bersîv da pirsên Parlamenterê CHP'ê Mahmut Tanal, heta 1'ê Çileya 2020'an li Tirkiyeyê 164 hezar û 594 bijîşk û 198 hezar û 465 hemjîşeran xizmet dikir. Li gorî vê yekê serê her bijîşkekî 498 hezar û serê her hemşîreyekê 431 hezar mirov dikeve. 
 
Piştî vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav bû û karê nexweşxaneyan zêde bû Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, anî ziman ku bi vê hêjmarê, Tirkiye nikare pêvajoya têkoşîna li dijî vîrûsa corona derbas bike û xwest rayedar karên xizmetkarên tenduristiyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin dîsa bidin wan. Erden, anî ziman ku roj bi roj vîrûsa corona belav dibe û li ser civakê serdest dibe û wiha got: "Amadekarî kêm in. Ji ber vê yekê li saziyên tenduristiyê pirsgirêkên mezin hene. Mînak plana çalakiya lezgîn a li Nexweşxaneyan pir dereng xistin meriyetê. Vîrûs ji sala 2019'an heta niha di rojeva cîhanê de ye. Lê li Tirkiyeyê di meha adarê de hêj nû tedbîr girtin. Ger ku li Tirkiyeyê amadekarî û xebat zû hatibûna kirin îro Tirkiye nediket vê rewşê. Dîsa li Tirkiyeyê xizmetkarên tenduristiyê di warê xwe parastinê de kêm dimînin. Divê amûrên parastina xizmetkarên tenduristiyê li nexweşxaneyan bên beavkirin. Heta tenduristiya xizmetkarên tenduristiyê neyê parastin, dê nikaribin tenduristiya gel û civakê biparêzin. Li gorî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê divê berî her tiştî xizmetktarên tenduristiyê bên parastin. Niha xizmetkarên tenduristiyê di bin rîskê mezin de ne. Hevalên me ji ber malzemeyên kêm nikarin kar bikin. Ger ku li kijan nexweşxaneyê çend nexweşên bi vîrûsa Kovid-19  heye neyê parvekirin, xizmetkarê tenduristiyê û welatî nikarin xwe biparêzin. Ji ber vê yekê divê agahî rast û zelal bên parvekirin." 
 
Erden, anî ziman ku xizmetkarên tenduristiyê hêjmarawan kêm in û xwest kesên ji karên xwe hatine îxrackirin karê wan dîsa li wan vegerîne. Divê xizmetkarên tenduristiyê yên nexweşiyên wan ên kranîk hebe biçin destûrê. 
 
Divê xizmetkarên tenduristiyê bi serwîsên taybet biçin malê û nexweşxaneyan. Divê ev serwîs ji aliyê saziyê ve bê dezenfektekirin. Divê xizmetkarên tenduristiyê di kontrola Kovid-19'an re bên derbaskirin. Divê pêdiviyên xizmetkarên tenduristiyê yên ji bo parastina li dijî vîrûsê bi lez bên temînkirin."  
 
MA / Zemo Ağgöz