Deriyê Xabûrê hat girtin, li qada TIR'an tevdîr nayên girtin

img

ŞIRNEX - Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber vîrusa koronayê hatiye kirin. Ajovanên TIR'an ên bi rojane li ber deriyê sînor hatine sekinandin, bal kişandin ser negirtina tevdîran. 

Li cîhanê heta niha 2 hezar û 400 kes ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Vîrusa ku bere bere li tevahiya cîhanê belav dibe, hat ragihandin ku li Tirkiyeyê jî di çend kesan de hatiye dîtin. Vîrusa ku belav dib tesîrê li qadên jiyanê hemûyan dike. Ji ber vîrusa navbirî Deriy Sînor ê Xabûrê jî ji 1'ê Adarê ve girtiye. Ji ber ku derî girtiye bi sedan TIR li ber derî hatine sekinandin. 
 
Piştî derî hat girtin (1'ê Adarê) ewilî destûra 7 TIR'an dihat dayîn lê belê niha destûra 600-700 TIR'î tê dayîn. Ajovanên di sînor re derbas dibin jî bi şertê ku lepikan têxin destê xwe û maskeyan bidin ber pozên xwe derbas dibin û her wiha li Nexweşxaneya Sahrayê jî tên kontrolkirin. TIR'ên ku gava derbas dibin dorseya xwe didin weayîta li wî aliyî û bê dorse vedigerin. Li derî deriyê sînor ku bi şev û biroj bijîşk lê ne, ajovanên TIR'an jî li qadên TIR'an ên aîdî Îdareya Taybet a Bajêr li benda xwe yî derbaskirinê ne. Ajovanan bal kişansa ser kêmasiyên li van qadên ku ne paqij in û tu tevdîr lê nayên girtin. 
 
Ajovan Tûrgay Adibellî, anî ziman ku ji Mêrdînê hatiye û 15 roj in tê sekinandin. Adibellî, got: "15 roj in em li vira ne. Em nikarin serê xwe jî bişon. Pêşî dosyeyên me hazir dikin. Paşê em dorseyên TIR'an didin wî aliyê sînor. Tu temînateke vê teslîmaytê tuneye. Em nizanin dibin kuderê jî. Dibe ku dibin hewlêrê jî. Dibe ku dorseyên me heta 2-3 mehan jî neyên. Em ê çi bikin, em jî nizanin." Adibellî, destnîşan kir ku ji paqijiyê tu tevdîr nayên girtin û bang kir ku tevdîr bên girtin. 
 
Ajovan Alî Ûzar ku ji Bêrecûka Rihayê hatiye, got: "Bi rojan e em li van dera ne. Em rezîl bûne. Ên dikarin wesayîtên xwe bişînin dişînin. Ên nikaribin wekî me li vir arezîl dibin. Em dixwazin ev mesele bê helkirin." 
 
TEVDÎR NAYÊN GIRTIN 
 
Ûzar, diyar kir ku li derî tenê di warê tenduristiyê de ajovana derbasî wî aliyî dikin û gava derbas dikin jî gere ajovan lepikan têxin destên xwe û maskeyan bidin be rpozê xwe. Ûzar, got: "Lê li cihê ku em lê ne tu tevdîr nayên girtin. Zaxo 2 kîlometreyan dûrî me ye. Heger li wir hebe wê li vira jî hebe. An bira beyannameyên vira betal bikin an jî divê tevî mal me jîb işînin. An jî bira derî bi temamî bigirin." 
 
BÊZAR BÛNE
 
Abdûllah Ozer jî anî ziman ku 3 roj in li vira ye. Ozer, got: "Berê çi dikirin niha jî heman tiştî dikin. Yanî tevdîreine esktra tunene. Niha ne li vê hêlê ne jî li wê hêlê vîrus tuneye. An bira kes berên xwe neynin an jî heger nexweşîn hebe bira kes ji Mêrsîn, Enqerey neyên van dera û nesekinin. Ji ber vê xwediyên bar bêzar bûne." 
 
MA / Mujdat Can