STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG'ê ya di meha Sibatê de 2 jê zarok, 2 jê penaber û herî kêm 131 karkeran, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tendirustî û Ewlekariya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha Sibatê weşand. Li gorî raporê 131 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hat diyar kirin ku ji 131 karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 2 jê zarok, 2 jê penaber û 3 jî jin in. Hat dest nîşan kirin ku 2 zarokên jiyana xwe ji dest dayîn, di karên çandinî û înşaetê de mirine.
‘HERÎ KÊM 458 KARKERAN ÎNTÎXAR KIRIN’
Di raporê de întîxarên karkeran jî hat nirxandin û wiha hat gotin: “Di 7 salên dawî herî kêm 458 karkeran an li cihê kar, an jî ji ber karê xwe întîxar kirine.” Di raporê de sedemên bingehîn ên întîxarên karkeran weke deyn, bêkarî û nêzîkatiyên mobbîng hatin diyarkirin. Di raporê de hat dest nîşan kirin ku piraniya karkerên întîxar kirin, di karên weke çandinî, tenduristî, ewlekarî, înşaet, metal, şaredarî û karên giştî yên mil de xebitîne.