Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê

img

MÊRDÎN – Li Mêrdînê, cotkaran ji ber qutkirina ceryanê bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan û ragihandin ku wê garis û pembo neçînin. Serokê Odeya Cotkkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî diyar kir ku bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bang li rayedaran kir.

Li Qoser û Dêrikê, cotkar ji ber qutkirina ceryanê û ji ber bihabûna ceraynê zehmetiyand ikişînin. Di dawiya sala 2019'an de DEDAŞ'ê ceryana nêzî hezar û 500 cotkarî û 240 gundî birîbû. Hê jî ev pêkanîn didome. Piştî herî dawî ceryana 45 gundan hat birîn cotkar li hev kom bûn û hin biryar girtin.
 
Odeya Cotkaran a Qoserê, Odeya Çandiniyê ya Qoserê û Komeleya Keyayan a Qoserê li hev rûniştin û biryar girtin ku fatûreyên zêde yên ceryanê nedin û wê garis û pembo neçînin.
 
Li beriya Mêrdînê her sal nêzî 900 hezar donim erd garis û 100 hezar donim jî pembo tê çandin.
 
‘COTKAR BÊZAR BÛN'
 
Serokê Odeya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, anî ziman ku ji ber maliyeta zêde êdî tu çareyeke cotkaran nemaye û got: "Cotkar êdî bêzar bûne. Fatûre tê 200-300 hezar TL. Ma cotkar ji trafoyekî e qasî qezenc dike?"
 
‘COTKAR DI NAV DEYNAN DE MANE'
 
Erbeyî, diyar kir ku wê bi vî hawî nikaribin garis û pembo biçînin û got, wê cotkar genim biçînin. Erbeyî, destnîşan kir ku heger cotkar neyê mexdûrkirin wê çandiniya xwe bike û got, li Mêrdînê tenê mirov debara xwe bi çandiniyê dikin. Erbeyî, anî ziman ku cotkar heta qirikê di nav deynan de ne û got: "Tarktor kiriye, kerdî kişandiye. Par ji ber zêde baran bariya genim zirar dît, pembo jî mêşlokan zirar dît. Cotkarên Mêrdînê di warê taloqkirina deynan û di warê sererastkirina deynan de di rêza ewil de ne. Loma me ev biryar girt. Madem em qezenc nakin, em naçînin jî. Em ê gubre û mazotê jî bi deyn bistînin. Hadê em bêjin sibê dusibe ceryan bê qutkirin, em ê heqê van dermanan û toxuman çawa bidin?"
 
GAZÎ RAYEDARAN KIR
 
Erbeyî, destnîşan kir ku bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê û got, heger wesayît û traktorên cotkaran hebin gişt tên desteserkirin. Erbeyî, anî ziman ku cotkar di biryara heyî de serbest in û bang li hikûmetê kir: "Destê xwe ji qirika cotaran berdin. alîkariya cotkaran bikin." Erbeyî, diyar kir ku divê pirsgirêkên cotkaran bi awayekî mayînde bên çareserkirin û got: "Cotkar mecbûr dimînin ji gund koçî bajêr bikin. Loma divê çareyeke maqûl bê dîtin. An jê wê cotkar bixitimin. Li herêmên din çawa laternatîf hatin peydakirin divê li vira jî wisa bê kirin. Şîrket ji bo pêwendiyê bi cotkaran re deyne daneket qadê. Dan dû pereyan. Gotin belkî em bi darê zorê ji wan bistînin. Lê heger îro cotkar winda bike, hûn jî wleatiyên vî welatî ne, cotkar jî. Bira rayedarên Wezareta Çandiniyê dakevin qadê. Bira hesab û kîtaban bikin. Trafoyek çi qas enerjî dixwe? Pompeyek avê çi qsî avêd erdixe? Ava dertê têra çend donim erd dike? randûmana vî erdî çi qas e? Maliyeta vî erdî çiq as e? Berên vî erdê bi çi qasî tên firotin? Bira wezaret ehsab û kitabê bike. Heger di destê cotkar de pereyekî ku bide şîrketê dimîne, em ê ji kîsî xwe bidin."