'Li derve kar, li malê aramî tuneye'

img

AMED - Amediyan destnîşan kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî yên hikûmetê ne û gotin: "Li derve kar, li malê aramî tuneye." 

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî heta niha gelek kesan întihar kiriye û her diçe krîza aborî barê jiyanê girantir dike. Amediyan destnîşan kir ku sedema sereke ya krîzê polîtîkayên şerî yên hikûmetê ne û gotin, fatûreya vê yekê jî li wan tê birîn. 
 
Ayşe Sayin, diyar kir ku ji ber şer krîza aborî kûrtir dibe û got, beriya krîzê bi 200 lîreyî 4 kîsik tije dikirin, lê belê niha nikarin kîsîkekî bi pereyan tê firotin tije bikin.
 
'TAHM DI TIŞTEKÎ DE NEHIŞTINE'
 
Haci Tanriverdî jî got: "Cotkarî nemaye. Gava mirov li gundan bûn ji xwe re li pey jiyanekê bûn. Lê niha kirine ku her kesî dikin 'terorîst'. Mirov mecbûr mane berê xwe bidin bajaran. Mirov bêzar kirine. Êdî tahmek di jiyanê de nehiştine. Kesek jî nekêfxweş e, nekêfxweşî hatiye bajêr." Tanriverdî, diyar kir ku zûde ye betal e û got: "Pêşî kar lazim e, paşê ziktêrî. Heqê kirêyan zêde ye, kes nikare kargehan veke. Darbeyeke aboriyê heye." 
 
Ahmet Bayram, diyar kir ku 4 sal berê zanîngeh kuta kiriye, lê belê hê jî betal e. Bayram, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ye û got: "Ji bo şer pere heye, lê belê ji bo gel tuneye. Mirov întihar dikin, lê belê ji nedîtî ve tê û bi ser de diçin çekan dikirin û diçin şer." 
 
'ÇARA DAWÎ ÎNTIHAR E' 
 
Mûhammet Koç ku xwe ji bo zanîngehê amade dike, anî ziman ku dixwaze ji bo pêşerojê bihêvî be lê belê ji rewşa heyî diyar ku hêvî tuneye. Koç, bal kişand ser întiharên ku ji ber krîza aborî pêk tên û got: "Kar bi destê mirovan nakeve. Mirov wekî çareya dawî întihar dikin. Întihar ne rast e, lê belê ev rastiyek e. Divê standardên jiyanê bilind bibin. Ev jî ne bi şer, bi aştiyê pêkan e." 
 
‘ABORIYA AMEDÊ SIFIR E' 
 
Vasif Can jî got: "Aboriya Amedê sifir e. Fabrîke tunene. Ji sedî 60'ê ciwanan betal in. Li Amedê tu biçî kîjan qehweyê heger 100 kes hebin, ji vana 2 jê extiyar 98 jê jî ciwan in. Li derve kar tuneye, li malê aramî tuneye. Ev ji ber aboriyê û betaliyê ye. Ev yek tesîrê li nav malê jî dike." 
 
Merîç Bîrîcîk jî ku li marketekê dixebite, anî ziman ku çapemenî ser krîzê digire.