AMED – Xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 3 meh in mûçeyê xwe yê sermayeya veberhênanê û nobetê ne girtine saetek dest ji kar berdan.
Xebatkarên tenduristiyê û rêxistinên tenduristiyê ev demek e radigihînin ku xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dixebitin 4 meh in nikarin mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê werbigirin. Xebatkarên tenduristiyê bi boneya mûçeyê xwe bigirin îro saetek dest ji kar berdan û li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên tenduristiyê yên li Amedê jî destek dan xebatkaran.
Di axaftinên daxuyaniyê de nedayîn mûçeyên karkeran hat rexnekirin û xwestin demildest daxwaza xebatkaran were qebûlkirin.