'Mirov ji hêjarî û neçariyê întihar dikin'

img

ŞIRNEX – Cizîriyan krîza aborî nirxand û gotin: "Em her sal dibêjin xwezî bi par. Êdî mirov ji ber hêjarî û neçariyê întihar dikin. Ên li mala wan nan tunene wê çi bikin?" 

Her diçe her tişt buhatir dibe û pê re pê re jî krîza aborî kûrtir dibe. Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî welatiyên diçin bazaran ji ber buhabûnê xweşikî nikarin tiştekî bikirin. 
 
Esnaf Abdûllah Ozmen (51), diyar kir ku kesên hêjar nikarin tiştekî jî bikirin û got: "Berê kîloya firingiyan bi 4 lîreyan bû, niha bûye 8 lîre. Gava mişterî dibîne nakire. Destê xwe dixe bêrîka xwe, lê mêze dike pere tuneye. Loma an nîv kîloyî dikire an jî dibêje li gor 5 lîreyan bide min." Ozmen, destnîşan kir ku ev rewş ancax bi aştî û demokrasiyê baş bibe û got: "Ji xeynî aştiyê em tiştekî naxwazin." 
 
HER SAL XWEZÎ BI PAR
 
Esnafê bazarê Abdûrrahman Kûrtay (50) jî anî ziman ku berê berê bi lîreyekê difirot niha bûye 2 lîre. Kûrtay, got: "Krîzeke mezin heye. Her diçe kûrtir dibe. Em her sal dibêjin xwezî bi par. Fiyetê mazotê bûye ku kes nikare bikire. Loma tiştên ji nav erdan tên jî pir buha bûne. Di bêrîka feqîran de pere tuneye, lê ne xema zengîna ye. Gund hatin valakirin. Ên li wir hatin bajaran. Sewalvanî nema. Gava hilberîn tunebe krîz çê dibe. Niha mirov giş betal in. Mirovên hêjar ji ber krîzê û neçariyê întihar dikin. Ên li mala wan nan tunene wê çi bikin?" 
 
Fûat Kiliç (65) ku ji bo alvêrê hatiye bazarê jî diyar kir ku lê destvala vedigere malê û got, meaşê wî yê teqawidbûyînê têra wî nake. Fatma Çakir jî got: "Ez bi 100 lîreyî hatime bazarê. Min hinek firingî, hinek jî fêkî kirîn pere nema. Berê bi 50 lîreyî dihatim. Min têra du hefteyan tişt dikirîn. Lê niha min bi 100 lîreyî kiriye ancax têra 5 rojan bike."