Cotkarên Qersê: Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin

img

QERS - Li Qersê, her diçe sewalvanî û çandinî kêm dibe. Cotkar Erdal Karakoç, got: "Heger pîşesazî û çandiniya welatekî rûxiyabe, ev tê wateya ku aboriya vî welatî jî rûxiyaye. Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin". 

Yek ji bajarên çandinî û sewalvaniyê yê girîng jî Qers e. Lê belê ji ber polîtîkayên hikûmetê her diçe hem hejmara hewayan kêm dibe, hem jî sewalvanî û açndinî kêm dibe. 
 
404 hezar û 757 hektarê bajêr mêrg û çêre ne û 375 hezar û 225 hektar jî erdên çandiniyê ye. Li gor daneyan sala 2017'an li bajêr 28 hezar û 500 heb cotkar hebûn, lê di dawiya sala 2019'an de ev hejmar kêm bûye û bûye 27 hezar û 800. Her wiha li gor daneyên sala 2019'an; li bajêr 467 hezar dewar, 481 hezar pez û 265 hezar qaz hebûne. Li gor salên berê ev hejmar jî kêm bûye. Li bajêr ji sala 2013'an heta sala 2017'an hejmara dewaran di navbera 520 hezar û 580 hezarî de bû. Her wiha di nav salekê de hejmara qazên li bajêr 20 hezar kêm bûye. Di sala 2019'an de li bajêr 36 hezar û 500 ton dihat hilberandin lê belê di sala 2017'an de ev yek di ser 40 hezar tonî re bû. Di navbera 2013-2017'an de 610 hezar û 650 hezar tonî de şîr dihat hilberandin, lê belê di dawiya 2019'an de ev kêm bûye û bûye 580 hezra ton.
 
'MA EV DESTEK E' 
 
Şêniyên navçeya Eskîqazê ku di warê çandinî û sewalvaniyê de navçeyeke girîng e, diyar kirin ku ev ji ber polştîkayên hikûmetê wiha bûye. Celal Karakoç, destnîşan kir ku heger wisa dewam bike wê cotkarî nemîne. Karakoç, anî ziman ku pir hinik piştgiriyê dide cotkaran  û piştgiriya tê dayîn jî di wext de nayê dayîn. Karakoç, got: "Niha pereyê golikan ê sala 2018'an di sala 2020'an de didin. Serê golikekê 500 TL'yî didin. Niha heger golikek nexweş bikeve û rabim wê bibim cem beytar ji bo muayenekirina wê tenê ez 250 TL'yî bidim. Heger golikek du caran nexweş bikeve desteka ku dewlet dide jî wê here. Ma ev destek e?"
 
HESABÊ COTKARAN HESAP!
 
Kaakoç, destnîşan kir ku destnîşan kir ku gundî giş deyndarê bankeyan e û deynên gundiyan gişan hesab kir û got: "Li gund 95 mal hene. Tenê deynê du malan tuneye. Niha li gund 65 traktor, hezar û 500 dewar, 2 hezar pez hene. Heger ev gund rabe û îro deynê bankeyan bide wê tenê 15 traktor, 500 dewar û 700 pe bimînin. Ji xwe ev dîmen her tiştî zelal dike". 
 
'ÊDÎ EM NIKARIN BÊHNA XWE JÎ BISTÎNIN' 
 
Cotkar Erdal Karakoç jî destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetên êm, gubre û mazotê êdî nikarin bêhna xwe bistînin û got: "Gel, êdî nikare êm jî bistîne. Li gund her kes deyndarê bankeya ye. Ji xwe tu destek mesteka dewletê tuneye. Îjar wê cotkar çawa bijî? Em cotkar bêçare mane. Em nikarin dengê xw ejî bilind bikin. Her diçe rewş xirabtri dibe. Ev çend sal e ji ber krîza aborî em çi karî bikin jî em deyndar derdikevin. Heger pîşesazî û çandiniya welatekî rûxiyabe, ev tê wateya ku aboriya vî welatî jî rûxiyaye. Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin. Çi tê serê me ji be rvan polîtîkayên şaş tê serê me. Niha dewlet cotkaran xistiye bin deynan û ji ber vê em nikarin xwe tev bidin. Divê dev ji vê polîtîkayê berde. Lê heger dewam bike nexwe em ê dev ji cotkarî û çandiniyê berdin."
 
MA / Adnan Bîlen