MÊRSÎN - Akademîsyên Prof. Dr. Atîlla Guney ê KHK’î, diyar kir ku li Tirkiyeyê berî 40 salan, dest bi polîtîkayên aborî yên neo-lîberal hat kirin û got: “Lê êdî Tirkiyeyê giştiye dawiya van polîtîkayan. Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û bêkarî zêdetir dibe.”
Prof. Dr. Atîllah Guney ê bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) ji kar hat avêtin, sedemên bingehîn ên krîza aborî û bêkariyê nirxandin. Guney, diyar kir ku êdî Tirkiye gehiştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal ên berî 40 salan dest pê kiriye û got: “Strajetiya werçerxa pereyê gerim ya ku pişta xwe bi aboriya rantê gerim dike, êdî bi dawî bûye.”
BI KRÎZEK CÎDÎ RE RÛ BI RÛYE
Guney, anî ziman ku Tirkiye bi krîzeke aborî ya cîdî re rû bi rû ye û wiha axivî: “Ev krîz ji, krîzên berê cudatire. Krîza di şer û mercên niha de, pir belav bûye û civakî bûye. Çawan ku pereyê gerim qediye, krîzê dest pê kê li sektora înşaetê da. Dîsa sektorên bingehîn ên perwerdê û tenduristiyê jî bi awayekê pir cîdî ji vê krîzê bi bondar bûn. Gelek ne ma ye ku piraniya zanîngeh û nexweşxaneyên taybet têk biçin.”
BÊ KARÎ ZÊDETIR DIBE
Guney, da zanîn krîza niha, ne krîzeke dem kurte û wiha bilêv kir: “Ev krîz wê di salên pêş de hîn kûrtir û zêdetir bibe. Ferasta pîşesaziya Tirkiyeyê, feraseta berî 40 salane. Ev tê vê wateyê. Yanî Tirkiyeyê, di nava 40 salan de, ji bo pişesazîbûyîn û fabrîqeyan bizmarek jî ne çikandiye. Aboriya Tirkiyeyê, ew aboriyeke ku tenê li ser pereyê gerim xwe li ser piyan digire. Bi krîza kapîtalîst a mezin re, êdî werçerxa vî pereyî nabe. Ji ber vê ger sektora xizmetê razemeniyên nû neke, wê bêkarî zêdetir bibe.”
Guneye, herî dawî wiha got: “Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên aborî yên neo-lîberal berde û dest bi polîtîkayên aborî yên mafê ked û sosyalîs pişt guh neke bike. Ger desthilatdarî bi vî mantiqî dewam bike, krîza aborî wê zêdetir dewam bike. Bi vê rê wê din ava 1-2 salên pêşiya me de, bêkarî hînzêdetir bibe. Ger krîz belavî zemîn bibe, wê krîza civakî ya kronîk derbikeve holê.”
‘XEBATA CIWANAN QEDIYAYE’
Encamê Ciwanên Azadîxwaz Hasan Tekîn jî, diyar kir ku xwendekarên ku zanîngehê diqedînin, ji bo ku debara xwe bidin, kar nabînin û wiha got: “Piraniya ciwanan, bi muçeyek kêm kar dikin. Krîza aborî herî zêde bandorê li ciwanan kiriye. Ji ber bê peretiyê ciwan, nikarin beşdarî xebatên çand û hunerê bibin. Piraniya mezûnên zanîngehê hemû bê karin û ji ber vê nikarin debara xwe bikin.”
MA / Bariş Çoban