Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû

img

ENQERE - Prof. Dr. Yalçın Karatepe, aboriya sala 2019'an a Tirkiyeyê nirxand û anî ziman ku Tirkiye di sala 2019'an de di qada aborî de têk çû. Karatepe, da zanîn ku 2019 li gorî 2001'an cuda bû û wiha got: "Krîza aborî ya îsal bandor li ser tevahiya civakê kir. Bêtir qrîz kûr bû û têk çû." 

 
Li Tirkiye di dawiya sala 2018'an de krîza dawîzê rû da û rê li pêşiya krîza aborî vekir. Di sala 2019'an de qrîza aborî bêtir kûr bû û bandor li ser tevahiya civakê kir. Her ku çû qîmetê TL li hemberî pereyên biyanî kêm bû û heqê ked û hilberînê erzan bû. Dîsa enflasyon û betalî zêde bû. Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo qrîzê çareser bike, bêtir giranî da ser şer û parastinê û herî zêde pere li şer xerç kir. Têkîldarî qrîza aborî Akademîsyen Profesorê Aboriyê yê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê (AU) Yalçın Karatepe, rewşa aborî ya 2019'an a Tirkiyeyê û pêşdîtinên aborî yên 2020'an nirxand. 
 
Karatepe, destnişan kir ku her çend di sala 2018'an de wekî krîza dawîz xuya bû jî ne tenê krîza dowîzê bû û wiha got: "Gelek sedemên krîza aborî yên sala 2019'an hene. Di sala 2019'an de pir zêde betalî pêş ket. Nêzî 7 milyon mirov betal ma. Her çend hikûmet vê yekê wekî "qrîza aborî" pênase neke jî welatî vê yekê wekî Qrîza Aborî pênase dike. Qrîza dowîzan di sala 2019'an de rê li pêş qrîzek mezin a aborî vekir. Sala 2019'an pir nexweş derbas bû. Fota karkeran dan karsazan. Lê dîsa betali zêde bû. Bi rastî jî welatî rewşek pir zor dijîn. Cîhana karsazan jî ne pir ronî ye. Ew jî pir zor û zahmetiyê dijîn. Li Tirkiye razemeniya sermayeyê ji nevîyê sala 2018'an heta dawiya sala 2019'an serberjêr daket. Karsaz êdî bi erênî li pêşerojê nanerin. Ji ber vê yekê zêde razemeniyê nakin. Ev xuya dike ku dê di sala 2020'an de jî bidome." 
 
'QANÛNEKÊ DERDIXIN HÊJ NEKETIYE MERIYETÊ JI NÛVE DIGUHERIN'
 
Karatepe, destnîşan kir ku piştî demokrasiya Parlamenteran ji holê hat rakirin, bandorek mezin li ser sazîbûnê kir û wiha lê zêde kir: "Di qada reforma rêxistinî de divê Tirkiye di pêvajoyên mekanîzmaya cemaweriyê de bêtir zelal, objektif û bêtir tevlêbûnek zêde bide pêş bixe. Mînak, Bava Xaniyên bi Qîmet anîn rojevê. Xwediyê xaniyê ku buhayê wî zêdeyî 5 milyon TL ye dê di rêjeyekê de bacê bidin. Ev piştre kirin zagon. Di dawiya vê hefteyê de jî Berdevkê Serokomar daxuyanî da û got: ‘Em difikirin vê zagonê biguherînin' Bifikirin hûn der barê mijarekê de zagonê derdixin. Qanûn dê di 1'ê Çile de têkeve meriyetê. Lê hefteyek beriya ku zagon têkeve meriyetê, zagonek nû derdixin û dibêjin. 'Me ev şaş kir em vê yekê ji nûve bifikirin û rast bikin' Hemû biryar bi vî rengî ne. Carekê derdixin û carek din ji nûve rast dikin. Li welatekî wisa mirov nikare pêşeroja xwe bibîne. 
 
'HEDEF HEV NAGIRE' 
 
Karatepe, bibîr xist ku hedefên ku hikûmet diyar dike û yên dikevin meriyetê hev nagirin û wiha axivî: "Ez ne li bendê me ku hedefên ew diyar dikin pêk bên. Mînak ji bo betaliyê gotin dê di bin sînorê ji sedî 12,5'an de be. Lê li gorî daneyên TUÎK’rêjeya betaliyê ji sedî 14 ye. Ez ji bo rastkirina aboriyê tu guhertinê nabînim. Dema guhertin hebe divê hilberîn hebe. Divê betalî kêm bibe. Dema em li motela hilberînê ya Tirkiye dinerin em guhertinê nabînin. Hêj dibêjin 'em înşaetê pêş bixin dê aborî rast bibe' Ji xwe yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê karê înşaetê ye. Niha Tirkiye li erdê rûniştiye. Banka Navendî di sala 2019'an de ji 24 puanan heta 12 puanan faîz kêm kir. Lê li Tirkiye êdî daxistina faîzan Tirkiye bêtir serberjêr dibe. Bi vê yekê nikare baweriya mirovan a li hemberî TL xurt bike. Dîsa mirov baweriya xwe bi TL nînin."  
 
'PIRSGIRÊKÊN TIRKIYE YÊN ABORÎ DÊ DI SALÊN PÊŞ DE JÎ BIDOMIN' 
 
Karatape, anî ziman ku dê pirsgirêkên Tirkiye yên aborî di salên pêş de jî bidome û wiha berdewam kir: "Dê yek du salên din jî pirsgirêkên aborî yên Tirkiye bidomin. Ji ber ku sektorên taybet pirsgirên kûr dijîn. Deynê wan pir zêde ye. Dê di sala 2020'an de jî Qrîza aborî bidome." 
 
 
MA/ Selman Guzelyuz