KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir

img

STENBOL – Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku di butçeya sala 2020’an de ya li Meclîsê hat qebûlkirin, bi rêjeyek mezin bacan ji xerckirina eskerî re veqetandine û li dijî vê yekê dê di 8’ê kanûnê de li Bakirkoyê mitîngek li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kir. 

 
Platforma Şaxan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê têkildarî mitînga dê di 8’ê Kanûnê de li Bakirkoya Stenbolê li dar bixe li Lokala Odeya Endezyaran a li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di civînê de axivî û da zanîn ku di butçeya sala 2020’an de ya li Meclîsê hat qebûlkirin, bi rêjeyek mezin bacan ji xerckirina eskerî hatiye veqetandin û butçeya sala 2020’an ji butçeya sala bihûrî ne cuda ye. 
 
‘EM BER BI BIRÇÎBÛNÊ VE DIÇIN’ 
 
Bozgeyîk anî ziman ku civak di nava krîza aborî de fetisiye û got: “Di şertên OHAL’ê de hevdîtinên peymana giştî pêk hatin. Dema em li zêdekirina zemên îsal dinêrin tiştek wek ji sedî 8 rû bi rû ne. Enflasyona em di jiyana rojane, li sûkê û bazarê de rastî wê tên gihîştiye ji sedî 30’î. Ev sê sal in em ber bi birçîbûnê ve diçin.” 
 
HEVDÎTINÊN BIHAYÊ ASGARΠ
 
Bozgeyîk bal kişand ser hevdîtinên bihayê asgarî û got: “Ji 10 milyonî zêdetir însan bi bihayê asgarî debara xwe dike. Divê tenê ne Turk-Îş’ê tev li tespîtkirina bihayê asgarî bikin lazime hemû sendîkayên din jî beşdarî vê pêvajoyê bikin. Pêwîste îsal bi ser sînroê feqîriyê re bihayek were diyarkirin.” 
 
‘JI BO KRÎZÊ JI SER XWE BIAVÊJIN, ŞER DERDIXIN’ 
 
Bozgeyîn destnîşan kir ku îqtîdara AKP’ê 17 sal 9 qat xistiye navbera feqîr û dewlemendan û wiha got: “AKP tiştek nû ‘rêjeya ji nûve nirxandin’ îcat kir. Navê vê yekê zemên nû ne. Di meha çile de dê dîsa her tişt biha bibe. Dema hevdîtinên butçeyê tên kirin feydeya cemaweriyê esas nayê girtin. Dema polîtîkayên şer ên bi krîzên aborî û nebirêvebirinê re tê nirxandin, ji bo krîzê ji ser xwe biavêjin şerên herêmî yên lokal derdixin.” 
 
Bozgeyîk got ji bo ew têkildarî butçeya 2020’an daxwazên xwe bînin ziman dê di 8’ê Kanûnê de li Bakirkoyê mitîng li dar bixin û banga beşdariya mitîngê li her kesî kir.