Esnafên Pasaja Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin

img

MÊRSÎN - Esnafên Pasaja Çarşiyê ya Mêrsînê, ji ber krîza aborî bê serfetih dikanên xwe digirin. 

Li Mêrsînê esnafên Pajasa Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin. Esnafan, anî ziman ku çapemeniya îktîdarê rastiyê nabêje û gotin, qadên jiyanê hemû tesîr ji krîza aborî girtine. 
 
Esnaf Alaattîn Sari, anî ziman ku êdî kes nayê pasajê û got: "Cotkar nikare li gor dilê xwe erdê xwe bajo û hilberîne, karmend meaşê xwe nagire, loma kes alvêrê jî nake. Mirovên me ketina nav çirava kartên krediyê. Ji sedî 80 kar kêm bûye. Her sal xirabtir dibe. Em hewl didin li ser piya bisekinin, lê em ê çawa bisekinin? Êdî em nikarin heqê fatûreyên xwe yên av û ceryanê jî bidin. Em tim deyndar in. Dibêjin krîz tuneye, lê li vî welatî krîza li ser krîzê heye." 
 
BÊ SERFETIH DIGIRIN
 
Adnan Surgut, bal kişand ser zemên tên kirin û got: "Em tu tiştî ji qezenca xwe fêm nakin. Heger wisa dewam bike em ê nikaribin heqê kirêyên xwe jî bidin. Deynan serî ji me stendiye. Berê ji ber erebelaxiyê kes nikaribû di vê çarşiyê de bimeşe. Wextê me yê xeberdanê tunebû. Berêbûna min ê nikaribûna bi te re hevpeyvîn bikirana. Lê niha em rûniştine û sohbet dikin. Ên dibêjin rewşa aboriyê baş e, helbet mafdar in. Çimkî rewşa wan baş e. Lê kesên bi meaşê kêm dixebitin wê çi bikin? Xwedê alîkarê wan be. Li gor wan rewşa me hebikî baştir e. Lê wê ew çi bikin? Her tişt biha bûye. Heta du hema berê jî min heqê ceryanê 150 lîre dida. Lê vê mehê 300 lîre hatiye." 
 
Esnaf Alî Ozhan jî got: "Berê min cot pêlav difirotin, lê niha roj heye bê serfetih dikanê digirim. Ji ber krîzê em niha nikarin mal jî bikirin." 
 
MA / Ergîn Çaglar