Çalakiya karkerên li ber Şaredariya Aydinê di roja 508'an de ye

img

AYDIN - Çalakiya karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kat hatin derxistin, 508 roj in didome. 

Çalakiya ajovanên otobêsan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ya CHP'î ku ji ber endamên Sendîkaya Sosyal-Îş'ê bûn ji kar hatin derxistin didome. Ji karkerên ji kar hatin derxistin Okan Aslan û Yûnûs Cengîz ji 12'ê Tîrmeha 2018'an ve li ber avahiya şaredariyê çalakiya xwe ya ji bo vegerin ser kar didomînin. 
 
Karkeran serî li Dadgeha Kar dabûn û bi ser ketibûn. Lê belê Şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglû, guh neda biryara dadgehê û îtiraz kir. Karkeran, anî ziman ku doza wan niha li Dadgeha Herêmê ya Îzmîrê ye û gotin, wê encam di Çileya 2020'î de diyar bibe. 
 
‘ŞERADAR GUH NEDA BIRYARA DADGEHÊ' 
 
Yûnûs Cengîz, diyar kir ku her çi qad li dadgehê bi ser ketibin jî, daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û got, piştî Şaredar Ozlem Çerçîoglû îtiraz kiriye doz ji Dadgeha Îstinafê ya Îzmîrê re hatiye şandin. Cengîz, bilêv kir ku Şaredar Çerçîoglû hem guh nedaye biryara dadgehê hem jî gef li wan xwarine û got: "Em ê li ber xwe bidin. Em bi dirûşmeya 'Karkerino bibin yek, em ê têkneşikên' ketin rê. Em ne tenê ne, sendîkaya me li pişta me ye û hêzeke me ya rêxistinbûyî heye." 
 
Aslan, got: "508 roj in em li vira li ber xwe didin. Tenê em doza keda xwe dikin." 
 
Aslan, anî ziman ku CHP daidkeve qadan behsa heq û hiqûqê dike, lê belê di gotinên xwe de ne samîmî ye û got: "Heq û hiqûqa rastîn ew e ku mirov ji bo kesên wek xwe nafikire jî adil be. Lê belê CHP ji bo neheqiyê xwe li nedîtinê datîne. Ez şoreşgerên sexte û sosyalîstn spî ne. Niha em bi alîkariya malbatên xwe debara zarokên xwe dikin. Ma ev heq e? Heta biryara dadgeha îstinafê em ê li vira bin. Heger piştî biryara dadgehê jî em venegerin ser karê xwe, em ê biçin Enqereyê li ber Navenda Giştî ya CHP'ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê jî ji bo îdiaya ku gef li karkeran hatiye xwarin got, Şaredar Ozlem Çerçîoglû di civînê de ye. Hat gotin piştî civînê wê Çerçîoglû li we bigere, lê belê şaredar li me negeriya.