Osteyê îşkence li şagirtê xwe kir hat berdan

img
KONYA - Li Konyayê oste Fatîh S. yê ku îşkence li şagirtê xwe yê 16 salî M.A., kir, serbest hat berdan. 
 
Li Konyayê, osta Fatîh S., yê 33 salî ku îşkence li şagirtê xwe yê 16 salî M. A. kir û li 5'emin Dadgeha Cezayê Asliye doz lê hatibû vekirin, hat berdan. Dadgehê bi sucdariya “Li dijî zarok esiyet kiriye û bi zanebûn birîn kiriye" heta 19,5 salan ceza dixwest. Danişîna doza Fatih S. hat dîtin. Fatîh S. sucdarî qebûl nekir. Lê M.A. jî diyar kir ku bersûc gelek caran îşkence li wî kiriye. Pitî danişînê heyetê biryar da ku Fatih. S. serbest bê darizandin û ew serbest berda.