'Feydeya turîstên Îranê li esnafê biçûk nabe’

img

WAN – Esnafên Wanê diyar kirin ku turîstên Îranê yên tên Wanê tenê cihê diçinê navendên dan û sitendinê ne û maxazayên mezinin û gotin: “Hatina Îraniyan karê me naguherî ne. Li Welat qrîza aborî heye.” Esnafan bertek nîşanî nûçeyên “Cejna esnafên Wanê ye” jî dan.

Îsal nêzî 300 hezar turîstên Îranê li gel hatine bajarê Wanê jî lê rewşa esnafên biçûk neguherî ye. Turîstên tên bajêr jî li navendên dan û sitendinê û li maxazayên mezin tiştan distînin. Li aliyekî maxazayên mezin karek mezin dikin û li aliyê din jî esnafên biçûk jî ji ber krîza aborî û ku karê wan nabe bi îflasê re rû bi rû mane. Esnafan diyar kir ku turîstên Îranê tenê li hin esnafan kara wan dibe û esnafên biçûk jî pirsgirêkên aborî dijîn. Esnafan bertek nîşanî nûçeyên “Cejna esnafên Wanê ye” jî dan û gotin ku ev nûçe rastiyê nade nîşandan. 
 
‘TU FEYDA ÎRANIYAN LI ESNAFÊ BIÇÛK NABE’ 
 
Abbas Îtah ê 12 sal karê bazarê dike diyar kir ku hatina turîstên Îranê tiştek di karê wan de naguherîne û got: “Li welat qirîza aborî heye. Turîstên Îranî qet nayên sûkê. Hatina Îraniyan tiştek di karê me de naguherî ne. Îranî bi taybetî diçin maxazayên mezin ên li navendên dan û sitendinê. Feyda yek Îranî li esnafê biçûk nabe. Li gel em ji maxazayên mezin bêtir erzanî li gel me heye jî lê me tercîh nakin.” 
 
‘NÛÇEYÊN REWŞA ME BAŞE NE RASTIN’ 
 
Îtah destnîşan kir ku nûçeyên di çapemeniya herêmî de “Îranî hatin rewşa esnafê Wanê baş bû” hatin serwîs kirin ne raste û ji ber qirîza aborî heta ji sedî 20 esnafan dikanên xwe girtine. Îtah xwest ku hemû gelê Wanê li cem esnafên biçûk dan û sitendinê bike. 
 
NÛÇEYA ‘REWŞA ESNAFA BAŞE’ DEREW E
 
Kazim Keleş ê li Bazara Gel a Tuşbayê esnafiyê dike anî ziman ku ev saleke bi zerar dixebitin û Îraniyên tên Wanê jî lê esnafên biçûk tercîh nakin. Keleş da zanîn ku tu feyda turîstên Îranê li wan nabe û wiha axivî: “Feyda Îraniyan tenê li esnafên mezin dibe. Em esnafên biçûk niha nikarin kîrayên xwe derbixin. Her çiqas em malê xwe bi erzanî difiroşin jî, lê em mişterayên me tune ne.” Keleş bertek nîşanî nûçeyên di medyayê de “Rewşa esnafa gelek başe” da û got ku ev nûçe derewin.