Gelê herêmê ji ber 'Qedexeyê' kayê nabîne

img

WAN - Herêma Tendûrekê ji destpêka baharê de hat qedexekirin. Ji ber qedexeyê welatî neçûn zozanan û li hin cihan welatiyan nikaribû gîhayên xwe jî bidirûn. Welatî niha tengasiya gîha û kayê dikişînin, TIR'ên ji bajarên derûdorê tên herêmê kîloya kayê bi 7 TL'yî difiroşin.

 
Herêma Tendûrekê ya di navbera navçeyên Bazîd û Gîhadîn û Çaldêrana Wanê de, bi hinceta "Ewlehiyê" hat qedexekirin û ji ber qedexeyê gelê herêmê mexdûr bû. Welatiyên bi sewalkariyê re eleqedar in, dan zanîn ku ew zehmetiyên mezin dikişînin. Ji ber qedexeyê welatî îsal neçûn zozanan, li hin herêman welatiyan zeviyên xwe jî nedirûtin û ji ber vê tengasiya gîha û kayê dikişînin. Di serî de ji Amedê, ji gelek bajarên herêmê TIR'ên tên herêmê kayê difiroşin welatiyan.
 
KÎLOYA KAYÊ JI 3 TL'YÎ DERKET 7 TL'YÎ
 
Li Çaldêranê her sal herêmên gundên wekî Êgekumek, Dasîna, Kevirêşmiya û Gulizerkê cih û warê welatiyan bûn, ji meha Gulanê vir ve qedexe ye. Mehmet Salih Yildiz aşkera kir ku Cililiya Jêr jî qedexe bûye û wiha got: "Welatiyan gîhayên xwe kom nekirin. Ji ber wê gelek zerar dîtin. Me jî gelek ji vê qedexeyê zerar dît. Baliyê kayê ji 3 TL'yî derketiye 7 TL'yî. Li 6 gundan qedexe heye. Li her gundekî qasî 100 hezar baliye ka dihat komkirin û bi giştî derdiket 600 hezar baliyeyî Ji ber qedexeyê leşkeran nehişt welatî gîhayên xwe kom bikin."
 
'EM KAYÊ NABÎNIN'
 
Yildiz da zanîn ku qedexeyê welatiyên herêmê bi giştî bêzar kiriye û wiha pê de çû: "Bi wan gundiyan re me jî mexdûr dike. Em kayê ji sewalên xwe re nabînin. Ji ber astengiya leşkeran welatî birçî dimînin. Ji bo welatî birçî bimînin biryarek wiha hatiye girtin. Em pêwîstiyên kayê ji Amedê pêşwazî dikin." 
 
'YÊN ÇANDÎ JÎ ÇICÎKAN XWAR'
 
Yildiz destnîşan kir ku ji dervî çandinî û sewalkariyê tu karekî ku ew bikin tune û ev tişt got: "Ji derveyî gîha tu tiştên ku em bidirûn û rakin tune. Em ê çi bikin em nizanin. Gelek welatiyan di biharê re zeviyên xwe çandin, lê nikarin bidirûn. Genim û cehê milet hişk bûye, ji ber ku nahêlin bidirûn, çûk û çivîk hemûyan dixwe. Dîsa sewalên cerdevanan hemû xariye. 240 bizin û mîhên min hene. Ez her sal buhayê 15 hezar TL'yî gîha û kayê dikirim. Lê ez nikarim bi heman pereyî îsal bikirim." Yildiz piştrast kir ku li gundê cerdevanan ê bi navê Sergola qedexe tune, ew li gorî dilê xwe karê xwe dikin.