Çerkezoglu: Rêveberên sendîkayan bila bên berdan

img
STENBOL – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu bertek nîşanî binçavkirina rêveberên sendîkayan duh li Enqereyê pêk hat da û got: “Rêveberên sendîkayan ên hatin binçavkirin bila demildest bên berdan.” 
 
Li Enqereyê duh rêveber û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn binçavkirin. Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglu bertek nîşanî binçavkirina sendîkavanan da û got: “Binçavkirina sendîkavanan nayê qebûlkirin. Xebata kedê û sendîkayan ne sûc e. Rêveberên sendîkayan ên hatin binçavkirin bila demildest bên berdan.”