Seroka DÎSK'ê Çerkezoglu: Sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, di 2'emîn Konferansa Navneteweyî ya Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya kar de bal kişand ser cînayetên kar û diyar kir ku sedema cînayetên kar hişmendiya sermayedaran e. 
 
Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), 2'emîn Konferansa Navneteweyî ya Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar li Otela Elite World a Taksîmê pêk anî. Konferans dê 2 rojan bi tevlêbûna gelek nûneren sendîkayan ên hundir û derve berdewam bike. Di destpêkê de Sekreterê Giştîya DÎSK'ê Cafer Konca axivi û karkerên balafirgeha 3'emîn a Stenbolê silav kir û piştgirî dan çalakiyê wan. Konca, diyar kir ku karkerên  3'emîn balafirgehê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn û ji ber mafê xwe parastin bi sedan karker hatin binçavkirin û gelek hatin girtin. 
 
‘TENDURISTIYA KARKERAN Û EWLEHIYA KARKERAN PIRSGIRÊKA NAVNETEEYÎ YE
 
Dîrektorê Tirkiye yê Rêxistina Xebata Navneteweyî (ÎLO) Numan Ozcan  jî bal kişand ser tenduristiya karkeran û wiha got: "Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar pirsgirekek navneteweyi ye. Li gorî daneyên ÎLO li cîhanê 1 mîlyar û 200 hezar mirov di karê girêdayi xwezayê de kar dikin. Her sal 7 hezar û 6 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin. Li gel teknolojiyê hêjmara karkerên jiyana xwe ji dest didin zêde ne. Bi pêşketina teknolojiyê madeyên kimyewî jî zêde dibin û ev bandorek neyînî li ser tenduristiya karkeran dike."
 
ÇERKEZOGLU: Li tirkiye ewlehiya kar têk çûye
 
Seroka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoğlu jî bal kişand ser pirsgirêkên karkeran û ewlehiya kar û wiha got: "Li Tirkiye ewlehiya kar têk çûye. Di qada tenduristiya karkeran û ewlehiya kar de pirsgirêkên gelek mezin hene. Ji komkujiya Soma û heta niha li welat her sal 5-6 bûyer pek tên. Sedema mirina karkeran hişmendiya sermayeyê ye. Ji ber ku li Tirkiye tenduristiya karkeran û ewlehiya kar têk çûye.  Karkerên 3’emin balagirgeha Stenbolê ji bo şert û mercên wan ên jiyanê baş bibin çalakî pek anîn. Lê ji bo ku mafen xwe parastin bi sedan karker hatin binçav kirin û gelek ji wan hatin girtin. Di 5'ê Kanûnê de danişîna karkerên hatin girtin heye. Em bang li her kesî dikin ku di 5'êKanûnê de li Dadgeha Gaziosmanpaşa beşdarî danişyîna karkeran bibin. Konferans de 2 rojan bi mijarên cuda berdewam bike.