Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran

img

AMED - Rêxistina HDP'ê ya Bismilê xwest Komxebata Çotkaran pêk bîne. Lê Qeymeqamê Bismilê bi hinceta “Parastin û ewlehiya cemaweriyê" destûr neda. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bismilê, bi armanca li pirsgirêkên çotkaran guhdar bikin û li çareseriyê bigerin xwest bi tevlêbûna endezyar, parlamenterên HDP'ê û rençberan bi şîara “Çotkar welatiyê herî bii qîmet ên ruyê edê ne" xwest Komxebata Çotkaran pêk bînin. Rêxistina HDP'ê ji bo komxebatê duh serî li Qeymeqamiyê dan. Qeymeqamê Bismilê jî bi sedema xala 32'an a Îdareya Bajaran a Hêjmar 5442'an a "Qeymeqam amîrê tevahiya navçeyê ye. Ji bo ewlehî û nizama cemaweriyê tedbîran digire. Li sînorê navçeyê ji bo aramî û ewlehiyê biryaran dide." destûr neda. 
 
BISMIL EMBARA PEMBO YE
 
Hevserokê HDP'ê yê Bismilê Refaî Baran jî bertek nişanî biryarê da û bal kişand ser pirsgirêka çotkaran û wiha got: "Li Tirkiye ji sedî 10 pembû li vir tê çandin û çinîn. Li Tirkiye pembûyê herî bi qelîte li vir çê dibe. Li Ege û Çukurova pembûyê xerab bi buhayê baş tê firotin. Lê li Bismilê pembûyê baş erzan tê firotin. Sedema vê yekê jî astengiyên li pêş kooperatifbûnê ne. Li Bismilê çotkarên pembû ne tenê HDP’î ne. Yên AKP û CHP’î jî hene û hemû mexdûr dibin."