Di 5 mehan de hat ber îflasê

img

ŞIRNEX - Zinar Duymak ê li Cizîrê hostatiya boyax û gêçê dike, dikana berî 5 mehan vekir, ji ber krîza aborî hatiye ber girtinê. Duymak, diyar kir ku hezar çarî pîşman bûye ku dikan vekiriye.  

Li gorî danayên Desteya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUIK), yek ji bajarên herî zêde lê bêkarî heye Şirnexe. Her roja diçe rewşa dikandarên Şirnexê, ji ber krîza aborî xerabtir dibe û rojên zor û zehmet dijîn. Li bajêr gelek şîrketan ala îflasê rakirine. Welatiyên li bajêr dikandariyê dikin, ji ber bûhabûna kirê ya zêde dibe, êdî nikarin kirêya dikanên xwe bidin. Zinar Duymak ê 10 salin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hostatiya boyax û gêçê dike, yek ji van esnafane. Duymek ê berî 5 mehan li Cizîrê dikan vekir, hezar çarî pîşman bûye ku dikan vekiriye. 
 
'EZ ŞERIM DIKIM FIYET BÊJIM'
 
Duymak, diyar kir ku bi salan li metropalan xebitî û wiha axivî: “Dûre min biryar da ku li Cizîrê kargehekê vekim. Bi armanca hinekê rehet bibim min kargeh vekir. Lê hatime wê astê ku dikana xwe bigirim. Her roja diçe fiyet bûha dibin û êdî nikarim kar bikim. Ez hezar çarî pîşman bûme ku min dikan vekiriye.” 
 
Duymak bal kişand ser fîyetên boyaxan û wiha bilêv kir: “Boxaya kum in berî çend mehan bi 160 TL’an dikirî, ez niha bi 286 TL’an dikirim. Berê me tenekeya astarê bi 70 TL’an dikirî, lê niha em bi 130 TL’an dikirin. Me berê boyaxa banêxanî bi 50 TL’an dikî, em niha bi 80 TL’an dikirin. Ez şerim dikim fiyetê malzeyan ji mişteriyan re bêjim. Ji ber ku fiyet pir zêde bûye û hêza kesekê tuneye bi van fiyetan malzemeyan bikirin.”
 
‘EM NIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN’
 
Duymak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger ev rewşa heyî berdewam bike, dê gelek esnafên bajêr îflas bikin. Pirsgirkên em hene, lê kes pêre eleqedar nabe. Divê em her mehê 15 TL’an li bankê razînin. Çek, senet û bonoyên me hene. Dema kar tunebe, em nikarin deynê xwe jî bidin. Ligel vê yekê jî em nikarin maeşê kesên ligel me dixebitin bidin. Em wan jî mexdûr dikin.”