4 karkerên Balafirgeha 3’emîn ji kar avêtin

img
STENBOL - Beriya sibê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê bi merasimekê vekin, 4 karkerên balafirgehê ji kar avêtin. 
 
Koma Sinif Tavri ku gotin “Bes e êdî gotin ya karkeran e" li Navenda Giştî ya Metal Îşê ya Yekbûyî ya li Bostanciyê kongre pêk anî. Ji Bursa, Eskişehir û Trakyayê karkerên fabrîqeyên cam, metal û karkerên Flormarê yên Gebzeyê ku bi mehan e li ber xwe didin jî di navde gelek karker tev li kongreyê bûn. Karkerekî ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda û di kongreyê de axivî, diyar kir ku ew ji kar hatiye avêtin û li gel wî 4 karkerên din ên li balafirgehê kar dikin ji kar hatine avêtin.