Ji 62 esnafên sîteya komirvanan 34 jê top avêtin

img

WAN – Ji ber zêdebûna dowîzan û krîza aborî esnafên li Sîteya Komirvanan a Wanê yeko yeko top davêjin. Di nav salekê de ji 62 endamên sîteyê 34'an jê dikanên xwe girtin û ên heyî jî li ber girtinê ne. 

Ji ber krîza aborî û zêdebûna dowîzan, esnafên biçûk yeko yeko top davêjin. Li Wanê ji 62 endamên Sîteya Komirvanan a Wanê 34 jê top avêtin. 
 
‘BANKE JÎ KREDIYÊ NADIN' 
 
Serokê Sîteya Komirvanan a Wanê Hasan Seyhan, destnîşan kir ku krîz tesîreke zêde li sektora wan kiriye û li ber dolar ew têk çûne. Seyhan, anî ziman ku ji ber krîzê êdî ew komirê hindik tînin û got: "Em bi dolar komirê dikirin. Jixwe rewşa dolra li holê ye. Berê me tona komirê bi hezar lîreyî difirot, niha em bi hezar û 650 lîreyî difiroşin. Ji ber pêldariya di dolar de ji mecbûrî fiyet biha dibin. Li gor salên borî komirvan zêdetir dixisirin. Niha Sîteya Komirvanan a Wanê li ber topavêtinê ye. Ger wisa dewam bike dê tu esnaf nikaribe li ber xwe bide. Jixwe her diçe karê me xirabtir dibe, lê bi vê krîzê xirabtir bû. Êdî fîrmayên îthalatvan jî bi deyn ndain me. Her wiha banke hemû kredî girtine. Êdî em nikarin temînatên xwe jî ji bankeyan bistînin. Em li ber topavêtinê ne." 
 
'ENDAMÊN ME KÊM BÛN' 
 
Seyhan, diyar kir ku par van çaxan wan di navbera hezar û 2 hezar tonî de komir difirot, lê belê îsal wan heta niha 120 ton firotiye. Seyhan, anî ziman ku ji ber krîza aborî kes nikare komirê jî bikire û got: "Mirov ji dêvla komira îthal, diçin a xwecihî û erzan dikirin. Berê 62 endamên sîteya me hebûn, niha 28 tenê mane. Ên din topavêtin. Ji ber mirov nikarin kar bikin, nikarin heqê karkeran jî bidin. Ji ber vê jî top davêje û dikanê digire. Hin jê ji ber deynan direvin diçin bajarên din." 
 
'KOMIRA ALÎKARIYÊ DIFIROŞIN' 
 
Mehmet Kaparê ku esnafê sîteya komirvana ye, destnîşan kir ku êdî nikarin deynê xwe û heqê karkeran bidin û got: "Par van çaxan min nêzî 900 ton komir firotibû. Lê îsal hîn min 100 ton jî nefirotiye. Niha em komirê bi zirarê didin, lê dîsa jî kes nakire. Her wiha niha li piyaseya komira ji bo alîkariyê tê dayîn tê firotin. Ev tesîrê li me jî dike. Her roj fiyet biha dibin. Em perîşan bûne. Ji ber fiyetê komirê biha ye, mirov nikarin bikirin. WÊ mirovên feqîr çawa bikirin. Êdî em jî nizanin dê mirov xwe çawa germ bikin." 
 
'HINDIK MA EM TOP BAVÊJIN' 
 
Esnaf Hecî Fahrettîn Yakût jî, diyar kir ku ji ber pêldariya dolar piyase serobino bûye û got: "Dewlet bacan zêde dike, lê em nikarin kar bikin. Em esnafên sîteyê ji sibehê heta êvarî wisa eware eware rûdinên. Ji ber dolar tim zêde dibe, tu qîmeta TL nemaye. Ma di rewşeke wisa de mirov dikare kar bike? Ev bi tena serê xwe xesar e. Wexta em komirê dikirin em bi dolar dikirin, em difiroşin em bi Tl difiroşin û em dixisirin. Esnafên sîteya komirvanan hemû perîşan bûne. Em esnafên mayî jî ji pereyê xwe yê heyî dixwin. Wexta ê di destê me de biqede, em ê top bavêjin." 
 
MA / Berzan Guneş