Kurmikên fêkiyan zeytûn nehiştin

img

MÊRSÎN - Ji ber kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê, îsal ji sedî 70'ê berê zeytûnan kêm bû. Serokê Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Akdenîzê Atîlla Parlak, destnîşan kir ku kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê zeytûn nehiştin. 

Li gorî daneyên Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Akdenîzê, sala par li Herêma Akdenîzê 800 hezar ton zeytûn hatin hilberîn. Lê îsal dê li dor 500 hezar tonî be. Sedema vê yekê jî kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê ne. Serokê Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Mêrsînê Atîlla Parlak, destnîşan kir ku îsal ji ber kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê berdariya zeytûnan pir kêm bûye. Parlak, destnîşan kir ku berdariya zeytûnan ji sedî 70'ê kêm bûye. 
 
REWŞA HILBERÎNERAN NEBAŞ E 
 
Parlak, diyar kir ku ji ber germahiya zêde kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê li zeytûnan peyda bûne û got: "Jixwe rewşa hilberîneran nebaş bû, lê belê ji ber kurmikan xirabtir bû. Hilberîner hêvîdar bûn, lê belê piştî vê bûyerê hêvîşikestî bûn. Kurmikên fêkiyan ên Aakdenîzê zeytûn nehiştin." 
 
Parlak, bilêv kir dê ji ber vê rewşê fiyetên zeytûnan biha bibe. Parlak diyar kir ku niha fiyetên zeytûnan di navbera 4-7 lîreyan de ye, lê belê dema fabrîke zeytûnan bikirin dê fiyetên wan biha bibin. Parlak, da zanîn ku dê fiyetê zeytûnan bibe 7-10 lîre. 
 
'ÊDÎ EM NIZANIN EM Ê ÇI BIKIN' 
 
Parlak, bal kişand ser krîza aborî jî û diyar kir ku ji ber maliyeta hilberîna zeytûnan zêde bûye, êdî cotkar nikarin krediyê jî bikişînin û got: "Yanî maliyet zêde bûne. Êdî em jî nizanin em ê çi bikin." 
 
Firoşkarê zeytûnan Mehmet Erkeneklî jî, diyar kir ku ji ber krîzê êdî xweşikî kes zeytûnan jî nakire û got: "Niha fiyetên zeytûnan ne pir biha ye. Lê dîsa jî rewşa kar nebaş e. Êdî mirov nikarin tiştekî bikirin. Par min 150 ton zeytûn firotibû, lê îsal heta niha min 20 ton firotiye. Hema bêje karê me nêvî nêvî kêm bûye." 
 
MA / Ergin Çaglar