Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in

img

STENBOL - Di çend mehên dawî de bi hezaran şîrket konkordato îlan kir. Parêzer Mûrat Ozverî, destnîşan kir ku ji ber şîrket heta qirikê di nav deynan de ne konkordato îlan kirine, lê belê ên mexdûr dibin jî karker in. 

Ji ber krîza aborî bi hezaran şîrket top avêtin û heta qirikê ketin nav deynan. Ji ber vê gelek şîrket konkordato îlan kirin. Herî dawî li Bûrsayê şîrketa pêlavan ŞATO û Şîrketa Anonîm a Otelvanî û Turîzmê ya Alkoçlarê konkordato îlan kir. 
 
ŞÎRKETÊN ÎNŞEATÊ SERÎ DIKIŞÎNIN 
 
Her wiha di nav şîrketên ku konkordatoyê îlan dikin de, herî zêde ên înşeatê ne. Heta niha ji şîrketên konkordato îlan kirin ji sedî 70 jê şîrketên înşeatê ne. Yek ji van şîrketên mezin jî ku navenda wê li Enqereyê ye Şîrketa Anonîm a Înşeatê û Bazirganiyê ya Paletê ye. Her wiha ji van şîrketan Koma Ozler, Nafîa Înşeat, Ceylan Înşeat, Hasogûllari Harfyat û gelekên din jî konkordato îlan kirin. 
 
HEMA BÊJE DI HER SEKTORÊ DE ŞÎRKET SERÎ LI KONKORDATOYÊ DAN 
 
Her wiha ev yek tesîr li şîrketên li Borsaya Stenbolê jî kir. Şîrketên enerjiyê, saziyên tenduristiyê, şîrketên sewalvanî, paqijî û xizmetê jî serî li konkordatayê dan. 
 
WELATÎ JÎ KONKORDATO ÎLAN KIRIN 
 
Her wiha welatiyan jî ji bo konkordatoyê serî li dadgehê dan. Welatiyên ku di warê aborî de tengijîn, konkordatoya şexsî îlan kirin. Ewilê welatiyên li Mêrsîn û Kûşadasiyê konkordatiya şexsî îlan kirin. Herî zêde jî karkerên nikarin heqê xwe bistînin serî li konkordatoyê didin. 
 
'KARKER MEXDÛR BÛNE' 
 
Parêzer Mûrat Ozverî îlankirina konkordatoyê nirxand û got: "Ji bo şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin û ji bo ji taqîbata îcrayê xelas bibin û wext bi dest wan bikeve biryara girtina topavêtinê hat qedexekirin. Lê belê ev şîrketên ku nikarin deynê xwe bidin vê carê serî li saziya konkordatoyê didin. A rast konkordato ew e ku şîrketên deyndar û xwediyên deyn li hev bikin û deyn sererast bikin. Deyndar, herî kêm nêviyê deynê xwe dide û yê mayî jî taloq dike. Lê belê ferqa vê peymanê û ya taloqkirina deynan cuda ye. Di konkordatoyê de dadgeh dikeve dewrê û dema konkordato bê qebûlkirin ji bo deynan wextek tê diyarkirin û îcra radiweste." 
 
Ozverî, bilêv kir ku dema şîrket konkordatoyê îlan bike ev yek mafê fesixkirinaa mafdariyî nade karkeran. Ozverî got, bi îlankirina konkordatoyê herî zêde karker mexdûr dibin. 
 
MA / Yasin Kobulan