Kedkarên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?

img

RIHA - Kedkarên bi KHK'yan hatin mexdûrkirin diyar kir ku kîjan roj be jî ew ê dîsa biçin ser karê xwe û gotin: "Lê dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?" 

Bi Biryarnemeyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) gelek karker û kedkar ji kar hatin derxistin. Kedkarên ji kar hatin derxistin li hemberî neheqiya li wan hatiye kirin têdikoşin. Hîkmet Bûrûnê ku 17 salan di Şaredariya Wêranşarê de xebitî û piştî qeyûm hat tayînkirin bi KHK'ê ji kar hat derxistin diyar kir ku di van 17 salan de 14 salan nûnertiya cihê kar a Sendîkaya Kar a DÎSK'ê kiriye. Bûrûn got: "Bi salan ji bo başkirina şert û mercên xebatê yên karkeran têkoşiyam. Lê niha jî mafên min hatin xespkirin." 
 
Bûrûn, anî ziman ku bi rêyên qanûnî ew doza mafên xwe dike û ji bo vê wî serî li Komîsyona Rewşa Awarte jî daye, lê belê hîn jî tu encam jê derneketine. Bûrûn got: "Der barê min de lêpirsîneke jî tune ye. ger sûcekî me hebûna, dadgeh dikaribûn diyar bikin. Lê mixabin hûn rojekê serê sibehê şiyar dibin û pê dihesin ku hûn bi KHK'yekê ji kar hatine derxistin. Piştî hewldana derbeyê jiyana bi deh hezaran mirovî serobino bû û ji evana hin kes hê întihar kirin. Bêyî hincet em hatin îxrackirin û ev yek tenê tesîr li me nekir. Bi sedan jiyan tarûmar bûn. Ji niha û pê ve ev şert û merc bên başkirin jî, lê dê di warê manewî de windahiyên çêbûn çawa bên?" 
 
‘BI VÎ AWAYÎ WELAT NIKARE LI SER PIYA BISEKINE' 
 
Bûrûn, anî ziman ku piştî hat îxrackirin di warê aborî de desteng bûye û ji ber di warê tenduristiyê de tu ewlehiya wî tune ye hevjîna wî ji çavek xwe bûye. Bûrûn, diyar kir ku ji ber rewşa hevjîna xwe wî ji bo karta kesk serî lê daye, lê ji ber hatiye îxrackirin bi muameleyeke sûcdariyê nêzî wî bûne. Bûrûn, destnîşan kir ku niha ew karê seyar dike û pê debara xwe dike. Bûrûn, bilêv kir ku divê demokrasî bê vî welatî û got: "Bi vî awayî welat nikare li ser piya bisekine. Li cihekî dema demokrasî tune be, mirov nikare behsa heq, hiqûq û edaletê bike. Ji bo ev şert û emrc baş bibin pêdivî bi demokrasiyê heye." 
 
‘HEVALÊN MIN ÊN KAR EZ GILÎ KIRIM' 
 
Leyla Mûmîn ku bi KHk'ê hat îxrackirin, diyar kir ku piştî 10 salên mamostetiya matematîkê hatiye îxrackirin. Mûmîn, bilêv kir ku niha betal e Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê ye. Mûmîn, destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê îdareya dibistana lê dixebitî der barê wê de lêpirsîn daye destpêkirin û di 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan de ji kar hatiye dûrxistin û paşê bi KHK'yê hatiye îexrackirin. Mûmîn, anî ziman ku hevalên wê yên kar giliyê wê kirine û her çend ji ber vê li ber ketibe jî, lê piştî demeke kurt xwe daye ser hev. 
 
Mûmîn got: "Piştî hatim îxrackirin bi awayekî ketim nav liv û tevgeran. Demeke dûr û dirêj betal mam. Ji bo kar dema min serî li hin cihan dida daxwaza min qebûl nedikirin. Li cihê ku qebûl dikirin jî, ji mecbûrî min nedigot ez hatime îxrackirin." Mûmîn, diyar kir ku piştî demekê wê û hevalên xwe yên hatine îexrackirin dikana kulîlkan vekiriye û heta demekê ew li dikanê xebitîne. Mûmîn got: "Bi awayekî em ê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. ger bedêla têkoşînê ev be, enxwe em ê jî xwe ragirin. Helbet dê ev roj derbas bibin û dê ev rejîm ne heta hetayê be. Em li hemberî vê têdikoşin." 
 
Kedkarê tenduristiyê Şiyar Civiş jî diyar kir ku ew di 29'ê Cotmeha 2016'an de ji bi KHK'Ê hatiye îexrackirin û tam 20 salan di qada tenduristiyê de xebitiye. Civiş, destnîşan kir ku mafên wan hemû hatine xespkirin û di warê hiqûqî de hemû derî li ser wan hatine girtin. Civiş, bilêv kir ku rewşa heyî ji pêkanînên antî demokratîk wêdetir in û got: "Ji ber mirov nikare mafên xwe yên hatine xespkirin bistîne û hemû merciyên hiqûqî li ser hatine girtin hêrs dibe. Jiyanek me hebû û em li gor wê dijiyan. Lê tu ji vê dûr diekvî. Ji bo tu debara xwe bikî, mecbûr dimînî karekî din bikî. Helbet dê ev pêvajo biqede, lê piştî biqede dê ew tiştên ji jiyana mirovan hatine xwarin neyên. Dibe ku em vegerin ser karê xwe, lê dê tiştên me windakirine wein. Pir ne bawer im." 
 
MA/ Erdogan Alayumat