ÎŞKÛR’ê bi awayekî neheq 4 milyon TL belav kir

img

ENQERE – Derket holê ku di Bernameya Ji Bo Fêdeya Civakê ya ÎŞKÛR’ê de, di nav salekê de bi awayekî neheqe 4 milyon û 269 hezar lîre pere belav kiriye. 

Li gorî Rapora Venihêrînê 2017’an a Sayiştayê (Saziya Kar  Tirkiyeyê) di çarçoveya Bernameya Ji Bo Fêdeya Civakê de gelek nelirêtî hatin tespîtkirin. Li gorî raporê, di sala 2017’an de di ÎŞKÛR’ê de bi awayekî neheq 4 milyon û 269 hezar lîre pere li kesên ku dixebitin hatiye belavkirin. 
 
Di sala 2017’an de 218 hezar û 609 kes tev li vê bernameyê bûne û 2 milyar û 652 hezar lîre pere hatiye dayîn. Lê belê dema daneyên saziyê û yên Saziya Ewlehiyê ya Civakî (SGK) hatin berawirdkirin, derket holê ku hin kesên tev li vê bernameyê bûne di heman demê de dixebitîn. Hejmara van kesan jî hezar û 3 kes e û 4 milyar û 269 hezar û 233 lîre pere li wan hatiye belavkirin. 
 
Li ser vê yekê Sayiştayê xwest ÎŞKÛR bersiva vê yekê bide. Di bersiva hat dayîn ku hta derpêşkirin ev pirsgirêk ji ber danûstendina pergala di navbera SGK û ÎŞKÛR’ê de rû daye. 
 
Lê belê Sayiştay jî, ji ÎŞKÛR’ê re got kesên hem dixebitin û hem jî tev li vê bernameyê bûne bên derxistin û pereyê ku bi awayekî neheq hatiye dayîn divê bê tehsîlkirin. 
 
ÎŞKÛR’ê ji bo tehsîlkirina pereyan nivîsek ji midûriyetên xwe yên bajaran re şand. 
 
MA / Hayri Demir