Prof.Dr. Nesrin Nas: Polîtîkaşên zextan dê zêde bibin

img
STENBOL – Seroka ANAP'ê ya berê û aborînas Prof. Dr. Nesrîn Nas bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û diyar kir ku dê zextên li ser civakê zêdetir bibin. Nas, anî ziman ku Bernameya Aboriya Nû ne rasteqîn e û dixwazin heta hilbijartina herêmî aboriyê baş bidin xuyakirin. 
 
Serokê Partiya Anavatanê û aborînas Prof.Dr. Nesrin Nas, bal kişand ser krîza aborî û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî krîzê. Nas, sedema zêdekirina faîzê ya Banka Navendî û Bernameya Aboriyê ya nû ya hikûmetê. 
Nas, ewil Bernameya Aboriyê ya Nû ya hikûmetê rexne kir û diyar kir ku ev bername û plan dûrî rastian e û wiha got: "Wezaretê wekî Bernameya Aboriyê ya Nû (YEP) guhertiye. Vê yekê hem dewleta hiqûqê û hem jî qanûnên bingehîn bi tiştekî nehesibandiye. Bi YEP'ê hikûmetê krîza heyî qebûl kiriye. Bi aşkerekirina YEP’ê mirov dikare bêje aboriya Tirkiye bi lez serbijêr dadikeve. 
 
DI SALA 2019'AN DE KRÎZEK MEZIN LI BENDA ME YE
 
Nas, da zanîn ku di sala 2019'an de krîzek mezin li benda Tirkiye ye û wiha got: "Ji ber di salên dawî de rejîm hat guheritn û bi kadroyekî teng pêşerojê diyar dikin mezinbûnek demdirêj a welat ne di rojeva wan de ye. Ji ber vê vê yekê bernameya YEP ne rasteqîn û ne jî baweriyê dide. Sektorên kar li ser hev îflas û konkordato îlan dikin. Ev raste rast nîşaneya vê rastiyê ye. Ji ber vê yekê betaliya ku ji sedî 12,1’an nîşan dide ne rast e. Rêje zêdetir e.' 
 
Pêşdîtin li hev denakevin. Li gorî pêşdîtinan diviya bû di sala 2019'an de Dolar/TL 5.6 û di sala 20207an de jî 6  bûya. Ev Niha dolar 6 TL ye. Tê gotin ku dê bi YEP'ê 60 milyar TL tasarruf bikin. Di berdewamiya Qanal Îstanbul de israr dikin. Dîsa hilbijartinên rêveberiyên herêmî di rojevê de ne. Di vê pêvajoyê de ew yek dê çawa pêk bê? Ev krîza pêş dikeve krîza rêveberiyê ye. Ev ne tenê krîza piyaseyê ye. Êdî hikûmeta heyî her çend bixwaze bi bernameyên nû baweriyê bide jî êdî baweriyê nade. Êdî fînansa tenê kesekî ji sedî 45 zêde bûye. Lê ger ku dixwaze bi rêbazên polisiye tedbîran bistîne û windakirina qîmetê TL wekî dembarî bibîne, ne hilberîner û ne jî serfkar êdî baweriya xwe pê nîne."  
 
DOLAR DÊ ZÊDE BIBE
 
Nas, destnîşan kir ku li Tirkiye ji sedî 50 mevduat/pereyê razandî di cînsê doviz de tên girtin û wiha axivî: "Welatiyan dema dolar 6.20 bû jî dîsa kirîn. Ev tenê bi serê xwe nîşan dide ku bawerî nemaye û tirsa Dolar zêde bibe heye. Niha pirsgirêka lezgîn deynên di sektora reel de ye. Ev yek tenê ji ber dowîzan deynê li hemberî TL nêzî 600 milyar TL zêde bûye. Ji xwe rojnameyên alîgir vê yekê aşkere dinivîsin."  
 
PIRSGIRÊKA ESASÎ HÊZ DI DESTÊ NAVENDEKÊ DE KOM BÛYE
 
Prof Dr. Nesrin Nas anî ziman ku li Tirkiye pirsgirêka esasî hêz li navendekê kom bûye û ev navend bi vê hêzê Tirkiye li gorî xwe bi rêve dibe. Ev yek bêtir mahdê wê vedike. Çiqas dixwe bêtir mîhdê wê vedibe. Çiqas hêz di navendê de kom dibe bêtir dixwaze hêza destê xwe xurtir bike. Her ku heza navendî zêde dibe hesab pirsîn jî kêm dibe. Ev xerabûna hevsengiyê, aboriyê jî xera dike. Ev krîza rejîmê ye. Her ku diçe kûr dibe. Em dê demek dirêj bêtir xizan bibin.  Vance Serchuk di nivisek xwe de wiha dibêje 'Mirovên bi serê xwe, xwe wekî kesên jêneveger ên neteweyan didin xuyakirin. Bi piranî ev ne rast e. Derdikeve holê ku bombeya b saet e. Xwe bi kesên xwe bi wan ve girêdayî de diteqîne.' Mixabin dîrok bi mînakê bi vî rengî tije ne û vê yekê piştrast dike. 
 
MA / Yasîn Kobulan