Aborînas Gungen: Tenê bi piştgiriya karsazan krîz derbas nabe

img
ENQERE - Aborînas Ali Riza Gungen, bal kişand ser kriza aborî û diyar kir ku tenê bi zêdekirina faîzê, hin tevdîran û piştgiriya karsazan kriz derbas nabe. Gungen, destnîşan kir ku pêwistî bi reforma baca bi edalet heye. şeklê mulkiyeta alternatif bê axaftin. 
 
Aborînas û hîndekarê Fakulteya Zanistiyên Îdarî û îktîsatê ya Zanîngeha 19 Mayisê Alî Riza Gurgen ku piştî OHAL'ê bi KHK'ê hat îxrackirin bal kişand ser pirsgirêka aborî ya Tirkiyeyê. Gungen, bal kişand ser gotina Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a “Di aboriyê de krîz mirîz tune ye. Manîpulasyon heye' û wiha got: "Li dijî vê gotinê di aboriyê de kriza kûrê heye. Her ku diçe aboriya Tirkiye biçûk dibe. Tirkiye êdî di celqe. Tişta Tirkiye dijî krîza Kûrê ye. (Pereyê Tirkiye li hemberî perê biyanî bê qîmet dibe) Ev krîza kûr 17 salin didome. TL bi taybetî di meha gulan û tebaxe de bi temamî qîmet winda kir. Niha berdewamiya wê heye. Dibe ku aborî ne rawestiya be, lê bi awayekî cîddî bandora xwe li ser sektorên kar dikin. Tengbûna aboriyê dê bandorek mezin li ser wan bike. Yanî AKP di demek kurt de nikare ji nava vê krîzê derkeve."  
 
'DEMÊN PÊŞ DE DÊ HÊJMARA BETALAN BIGÊJE 1 MÎLYONÊ' 
 
Gurgen, bal kişand ser bernameyên wezîran ên li ser aboriyê û wiha berdewam kir: "Navê Bernameya Qewl (wext) Nîvdirêj (OVP) kirine Bernameya Aboriya Nû (YEP). Aşkerekirina modela Bernameya Aboriyê ya Nû di esasê xwe de piştgirî û destaka sermayedar û karsazên navneteweyi ye. Bawerî dayîna sarsazên navneteweyî ye. Naveroka vê Bernameya Nû ya Aboriyê nehat niqaşkirin. Naveroka wê çiye ne diyar e. Kadroyên AKP'ê û Wezîr Berat Albayrak dibêjin 'Aboriya Tirkiye dê di dawiya sala 2018'an de teng bibe. Dê di 2019'an de ji ser xwe bavêjin' Li gorî gotina wan dê di 15 mehên li pêş me de 800 hezar - 1 milyon karker betal bimînin. Dê 1 milyon karker li artêşa betalan zêde bibe." 
 
PÎVAN TUNE 
 
Gurgen, da zanîn ku di Bernameya Nû ya Aboriyê de pîvan tune û wiha got: "Di sala 2018'an de pîvanek û nirxekî kûrê aşkere kirin. Lê dema em niha lê dinerin Kûra ku di sala 2019- 2020'an de derkeve pêş me, niha derdikeve pêş me. Kûra ku di sala 2019'an de bibe 5.6, û dolara ku bibe 5 TL 60, di sala 20207an de bibe 6 TL, niha ev rêje derbas kiriye.  Ger ku malê biyanî bê Tirkiye, qîmeta pereyê Tirkiye dê zêde nebe. Ji bo malê Tirkiye li hemberi yê biyanî bi qîmet bibe, divê îxracat zêde bibe. Dema em li 17 salên borî binerin, ev yek ne pêkan e. Dive tiştekî nû li ser aboriyê zêde bikin. Lê niha ne wisa ye." 
 
Gungen,  bal kişand ser sînorê xizani û birçîbûnê û wiha got: "Îro heqê herî kêm, di bin sînorê xizaniyê re ye. Ev daneyên heyi nişan didin ku dê rewşa Tirkiye bêtir xera bibe. Di sala 2018'an de ji sedî 20, di sala 2019'an de ji sedî 15 enfsasyon dê bibe sedem ku ji sedî 12 betalî hebe. Ev ji bo serdema pêş me dê bibe sedemek bi pirsgirêk. Ev çalakiyên karkeran ên li karkerî û fabrîqeyan û întîharên heyî, destpêka krîz û teqînê ye.  Tirkiye bi lez pêdiviya wê bi nêzî 20-30 milyar dolar heye. Hevdîtinên Tirkiye yên bi Katarê re û Deyndarbûna Tirkiye ya li hemberî Çînê vê yekê nîşan dide. Dîsa Berat Albayrak li Almanya û Erdogan jî diçe DYA, hewldan û lêgerîna Tirkiye ya pereyan e. Hewl dide ku krîza aborî ya Tirkiye bi deynkirinê taloq bikin. Hem dixwaze deyn bike û hem jî dixwaze baweriyekê bide wan. Ez bawer nakim ku hikûmet vê krîzê bi hêsanî ji ser xwe bavêje. 
 
Gungen, heri dawî wiha got: "Îktîdar dixwaze piştgiriyê bide karsazan û baweriye bide wan, lê ev Tirkiye ji krîzê xelas nake. Ger ku tişta heta niha kiriye teminata pratîka wan a pêş be, dê ji balafirê jî tasarrufê nekin. 
Gungen, bal kişand ser kriza aborî û diyar kir ku tenê bi zêdekirina faîzê, hin tevdîran û piştgiriya karsazan kriz derbas nabe. Gungen, destnîşan kir ku pêwistî bi reforma baca bi edalet heye. şeklê mulkiyeta alternatif bê axaftin."  
 
MA - Selman Guzelyuz