Karkerê Balafirgeha 3’yemîn: Em di kampên dîlgirtinê de ne

img

STENBOL - Karkerê Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê Bariş Ardiç, bal kişand ser şert û mercên xebatên înşaeta balafirehê û diyar kir ku wekî di kampên dîlgirtine de dixebitin. Ardiç, anî ziman ku keseki şevekê li wir razê roja din ji ber xurê nikare raweste. 

Karkerên balafirgeha 3'emîn di 14'ê Îlonê de li dijî şert û mercên kar ên balafirgehê çalakî pêk anîn û xwestin şert û mercên wan bê başkirin. Lê her çend raşedaran ewil daxwazan wan qebûl kirin jî çend kêlî şûnde dîsa daxwazên karkeran red kirin. Li ser vê yekê karkeran biryar dan ku roja 15'ê Îlonê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê şeva 15'ê îlonê cendirmeyan bi ser şantiyeya karkeran de girt û 600 karker binçav kirin. Dîsa êvara 15'ê Îlonê karkerên ku xwestin li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û daxwazên xwe bînin ziman rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di êrîşa çalakiyê de gelek karker binçavkirin. Duh ji karkerên hatin binçavkirin jê 160 karker hatin berdan. Hêj bi sedan karker di bin çavan de tên girin.
 
EM WEKÎ DI KAMPÊN DÎLGIRTÎ DE BIN
 
Karkerê Balafirgeha 3'emîn ê 30 sali Bariş  Ardiç ku 8 mehin li vir kar dike, diyar kir ku wekî di kampa dîlgirtî de xebatê bikin. Ardiç, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û şertên kar ên balafirgehê anîn ziman. 
 
‘KARKER DI KONTROLA NASNAMEYÊ RE DERBAS DIBIN' 
 
Ardiç, anî zima ku ji bo li Balafirgeha 3'emîn kar bike ji Enqereyê hatiye vir û wiha got: "Pişti çalakiyê karker bê navber gefan li karkeran dixwe. Xwediyê şîrketê û fîrmayê girêdayî şîrketê, diyar dikin ku ger karker çalakiyên xwe berdewam bikin dê wan ji kar bavêjin. Karkeran bi zorê dibin kar. Em niha xwe wekî di kampa dîlgirtiyan de hîs dikin. Li her derê TOMA, cendirme û hêzên çevîk hene. Em bê navber di kontrola nasnameyê û lêgerînê re derbas dibin. Me tenê jibo mafê xwe çalakî pêk anî. Em mafê xwe dixwazin. Nêzî hezar karker li vir kar dikin. Me bal kişand ser xerabiya şert û mercên kar û nebaşiya cih û warê ku em lê dijîn." 
 
'KESEK ROJEKÊ LI VIR RAZÊ ROJA DIN JI XURÊ NIKARE RAWESTE' 
 
Ardiç, da zanîn ku kesekî şevekê li van kawîşan û herêmê razê ji ber qirêjiyê û şertên şerab roja din ji ber xurê nikare li cihê xwe raweste û wiha axivî: "Kawîşên ku em lê dibînin êdî deriyê wan girtî ne. Odeyên ku deriyên wan hatin şikadin hêj weki xwe ne. Em li vir saet di 6'an de hişyar dibin lê ji ber zêdebûna karkeran em nikarin pêdiviyên xwe bibînin. Dibêjin 800 otobusê serwîsê hene. Lê ne wisa ye. Li vir tenê 20 otobus hene. Her serê sibê em dikevin rêzê. Ez bi 3 hezar tl dixebitim, lê tenê heqê askerî (Herî kêm) didin me. Heqê sîgortayê jî jê dikujin. Hevalên me yên ji kar hatin derxistin Hezar û 600 TL  pere dan wan. 200-300 hevalên me alavên xwe kom kirin û çûn. Niha nêzî hezar karker li vir dixebitin. Hêj karker tên binçavkirin. Yên ku li mafê xwe digerin û daxwazên xwe tînin ziman tên binçavkirin. 
 
DI VAN ŞERTAN DE KES LI VIR NAXEBITIN 
 
Ardiç, “ani ziman ku rêveberî wekî çalakiya siyasî pênase dike û wiha bi dawî kir: "Lê tu eleqeya wê û siyasetê bi hev tune ye. Em li mafê xwe yê kedê digerin. Tu têkiliya min û partiyên siyasî bi hev tune ye. Em di daxwazên xwe de mafdar in. Lê me li vir wekî koleyan didin xebitandin. Tu karker di van şert û mercên wekî koleyan de kar nakin." 
 
MA / Melike Ceyhan