Li gorî TUÎK'ê ji sedî 17.90 enflasyon zêde bû

img
ENQERE - TUÎK'ê daneyên meha Tebaxê aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê enflasyon di tebaxê de ji sedî 2.3 zêde bû. Enflasyona salê ji sedî 15.85'an derket ji sedî 17.90'an. 
 
Enstîtuya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUÎK), daneyên meha Tebaxê aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê enflasyon di tebaxê de ji sedî 2.3 zêde bû. Enflasyona salê ji sedî 15.85'an derket ji sedî 17.90'an. Enflasyon di tebaxê de ji sedî 15.10'an derket ji sedî 17.22'an. 
 
Di buhayê serfkirinê de li gorî sala berê alaven malê ji sedî 23,76, mal û xizmetên cuda ji sedî 23,23, zexîre û vexwarinên bê alkol ji sedî 19,75 mal û xanî ji sedî 16,30 zêde bûn. Di buhayê hilberînê de jî li gorî sala barî ji sedî 6,60 zêde bûn. Li gori vê yekê navbera xerçkirin û hilberinê zêde bû.