Esnafê Gazîosmanpaşayê: Em ji berîka xwe dixwin

img

STENBOL – Esnafên Gazîosmanpaşayê diyar kirin ku gellek hilberîn hatin zemkirin û hêza mirovan a kirînî nemaye û gotin: “Çerx nagere, hemû ji berîkê diçe. Me hêviya xwe ji cejnê jî qût kiriye.” 

Esnafên taxa Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ji ber krîza aborî kûr bûye, nikarin kar bikin. Esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û êdî ew nikarin kirêya dikanên xwe bidin. Esnafan got wan di cejnê de tu kar nekirine û hatina wan mesrefên wan dernexistiye. 
 
EV CEJN JÎ SEKINÎ DERBAS BÛ 
 
Mehmet Ongun ê 8 salin dikana wî ya pêlavan heye diyar kir ku bi bihabûna dolaran re bandorek neyînî li ser karê wî dibe û got: “Ji ber madeyê xwerû yê pêlavan ji derveyî welat tê bi dolaran tê kirîn. Berê me pêlavek bi 17 TL’yî dikrî, lê niha em bi 42 û 50 TL’yî distînin. Niha pêlavek delal ji 40 TL’yî derketiye 80 TL’yî. Cejnên berê me mehek pêş amadekariyên xwe dikir, lê niha ji ber krîza aborî em nikarin pêlavan bistînin. Di rewşek asayî de divê firotinên me yên cejnê zû ve destpê bkirina, lê kes nayê dikanê jî.” 
 
‘WISA BIÇE EZ Ê DIKANÊ BIGIRIM’ 
 
Ongun anî ziman ku ji sedî 75 karê wî xelas bûye û got: “Pereyê em bi dest dixin, têra kirêya me nake. Du kirêyê min hene lê min hêj nedaye. Ji mesrafê dikanê bigire heta mesrafên malê hemû dibe deyn û dimîne. Heke wisa dewam bike ez ê dikana xwe bigirim.” 
 
KRÎZÊ BANDORA XWE LI SER BERBERAN JÎ KIRIYE 
 
Îbrahîm Şîrîn (41) ê 30 sal e li taxê berberiyê dike gazinên xwe yên li dijî krîzê wiha anî ziman: “Jiyanê biha kirin e. Ji bo ez li cem kesek din nexebitim min niha zû ve dikanê girtibû. Nexwe ne wisa bûya niha zû ve min girtibû. Ne min têr dike û ne debara min pê dibe. Makîneyek por me bi 70 TL’yî dikirî, lê niha bûye 200 TL. Mirov li şûna werin li vir traş bibin, diçin li malê dibin. Me traşa rû û por kiriye 25 TL’yî. Ev ji mirovan re zêde tê.” 
 
‘ÇERX NAGERE Û HEMÛ JI BERÎKÊ DIÇE’ 
 
Xwediyê qahwexaneyê Îsmaîl Tavşan jî da zanîn ku ji ber zemên nû êdî kara wan nabe û wiha axivî: “Em qahweyê serê sibê saet di 08.00’an de vedikin û saet di 01.00’an de digirin. Dîsa jî tiştek ekstra em qezenc nakin. Koliya fantayê qutî 14 TL bû, lê niha bûye 19 TL. Her sal lîreyek zem dihat kirin, lê îsal bi yek carê 5 TL zem kirin. Dibêjin wê mehek din şûn ve dîsa zem were. Çaya me bi 100 TL’yî dikirî, niha em bi 120 TL’yî dikirin. Bihayê tûp ji 80 TL’yî derketiye 100 TL’yî. Em mehê 4 tûpan diqedînin. Her tişt ji berîka me diçe. Dema ez bêjim çay lîreyek û nîv kes nayê qahwê. Em neçarin bi lîreyek bifiroşin. Ji bo çerxa me bizivire em dixebitin. Nexwe em ji bikin bêçare ye. Wê heta ku wisa biçe.” 
 
MA / Melîke Ceyhan