Qurbaniyên cejnê di destê xwediyê xwe de man

img

AMED – Li Amedê qurbaniyên cejnê di destê xwediyên xwe de man. Tu kirîn û firotin li bazara sewalan tune. Xwediyên sewalan gotin: “Me hêj ji sisêyan yek sewalên xwe nefirotine.” 

Bihabûna dovîzê ku bandorek neyînî li ser pereyê tirk dike dibe sedema krîza aborî. Krîza aborî ya kûr dibe bandora xwe ya neyînî li ser firotina sewalên ji bo cejna qurbanê bên şerjêkirin jî dike. Beriya Cejna Qurbanê Bazara Sewalan a li taxa Çarikli ya Amedê bêdeng e û kes naçe li bazarê li sewalan napirse. Xwediyên sewalan got ji cejnê re 4 roj man û sewalên wan hemû di destê wan de mane û ev yek jî ji ber krîza aborî ye. 
 
‘EM NEFIROŞIN DÊ ZIRARA ME BIBE’ 
 
Ji xwediyên sewalan Haci Bîşkîn anî ziman ku firotina qurbanan li gorî salên din qet nebûye û got: “Ji êdî re çend roj man, lê tu guhertinek di karê me de nîne. Heke sewalên me neyên firotin em ê zirarê bikin. Sala qurban neyên firotin ew sal barê cotkaran jî giran dibe. Dema di destê me de bimînin em mecbûr in zêde êm bikirin û bidin wan.” 
 
'ME JI SISÊYAN YEK JÎ NEFIROTIYE’ 
 
Mehmet Şah Yuzen jî diyar kir ku berê ji ber wî di karê sewalan de topavêt neçar maye mala xwe bifiroşe û koçî Bursayê bike. Yuzen got piştî ew li wir xebitiye deyne xwe xelas kiriye 4 sal berê dîsa vegeriyaye Amedê û dîsa karê sewaltiyê kiriye û wiha pê de çû: “Heke me nîfê sewalên xwe bifirota dê dîsa karê hinek başbûya. Lê îro ji sisêyan yekê wê jî me nefirotiye. Tişta min fêm kir dewlemend dîsa dewlemend e û feqîr jî her ku diçe feqîr dibe.” 
 
‘DI ROJEKÊ MIN MIHEK FIROT’ 
 
Abdulmenaf Mercan jî destnîşan kir ku karmend, bijîşk û parêzeran 15 roj beriya cejna qurbanê li bazarê qurbanan dikirîn û wiha axivî: “Berê 10 roj ji cejnê re dima me nîvê sewalên xwe difirot. Em wê demê difikirîn karê me baş bû. Lê niha çend roj maye hêj sewalên me nehatiye firotin. Îro min mihekê bi zirar firotiye. Wek din jî min tiştek nefirotiye. 60 sewalên min hene û aniye firotinê. Li gel ku bihayê wan nîvî sala par e jî em dîsa nikarin bifiroşin.” 
 
Tekîn Nemutlu jî da zanîn ku firotina goşt li gorî cejnên din ji sedî 50 kêm bûye û bi krîza aborî re karê wan hatiye nîvî nîvî bûye.