Zêdebûna diwîz li sektora înşaetê xist

img

AMED - Ji ber ku li hemberî Dolar û Euro Lîreyê Tirk nirxeke mezin winda kir, di serî de înşaet, gelek fîrmayên kar, firotinên xwe rawestandin. 

 
Serokê DYA Trump duh piştî “Tweetî Tirkiyê” avêt û şûnde, dolar derket asta 6.80 TL û îro jî dolar di asta 6.41 TL de dest bi rojê kir û Euro jî bû 7.31 TL.  Lirayê Tirkiyeyê her  ku diçe li hemberî diwîz nirxeke mezin winda dike û ev windabûn bandorek mezin li sektora  înşaet û gelek sektorên din ên firmayên mezin dike. Li gorî agahiyên bi dest ketin, ji ber bilindbûnên dolar ên ji nişkan ve, fîrmayên amûrên înşaetan difiroşin, firotinên xwe rawestandin. Fîmayên teklîf nedan bayiyên xwe, heya lîsteya fiyatên nû derbixe dê ya 14’ê Tebaxê sîparîşan negire. 
 
Avahîsaz Arîf Îpek, derbarê mijarê de axivî û wiha got: “Ji ber bilindbûnên dolar ên ji nişkan de em nikarin bûhayek tam bidin. Ji ber vê gelek înşaetên avakirina wan berdewam dikin, pirsgirêkên nabûna malzemeyan dijîn. Fîrmayên malzemeyên ceyran û tesîsatan difiroşin, êdî nikarin malzemeyên xwe bifiroşin. Ji xwe êdî serdema firotinên biqewl bi dawî bûye. Ger dowîz bilindtir bibe, dê herî zêde sektora înşaetê bandor bike.”