Baxçeyên fistiqan bi zarokên kar dikin tijene

img

RIHA- Li Rihayê çinîna fistiqan destpê kir û di baxçeyên fistiqan de zarok ji bo 40 -50 TL’an 13 saetan dixebitin. Zarokên di baxçeyan de tên xebitandin, diyar kirin ku ew neçarî vê jiyanê hatine kirin û bi vî awayî dijîn.

 
Li Rihayê çinîna fistiqan destpê kir û di baxçeyên fistiqan de zarokên kar dikin tijene. Zarokên dibin germahiya 40 derece de dixebitin, karên herî giran dikin û diyar dikin ku neçarî vê jiyanê hatine kirin.  
 
Ji zarokên kar dikin A.Y. ê 16 salî, ji bo lêçûnên dibistanê derbixe û bi malbata xwe re bibe alîkar, karê komkirina fistiqan dike. Y. avê ji bo mezinan dibe û tîne, ji bo 40 TL yewmiye kar dike. Y. diyar kir ku karê ew dike pir zore û wiha axivî: “Herî zêde germahî bandorê me dike. Xwişka û birayên min jî dem bi dem li nava  zeviyan kar dikin. Heya ku dibistana xwe bi qedînim neçarim di karên wiha de bixebitim. Di berbanga sibêre em ji weke karkerên din dikevin rê. Ji ber vê em bê xew dimînin. Ez ji bo karkeran avê tînim û dibim. Fistiqên dikevin erdê yek bi yek kom dikim. Hin caran jî derdikevim ser daran û  fistiqan kom dikim. Ev kar ji bo zarokan pir zore. Komkirina fitiqan zehmete. Em dem nabînin li ser dersan bixebitin.”
 
17 SALIYE, 5 SALIN DEXEBITIN 
 
Zarokê 17 salî M.K. ê 13 saetan di baxçeyên fistiqan de dixebite jî, diyar kir ku rewşa aboriya malbata wî pir xerabe û wiha got: “Min dest ji dibistanê berda û garsontiyê kir. Ev 5 salin dixebitim.  Ez dikarên pir cuda xebitîm. Piştî çinîna fistiqan destpêkir em têm karê fistiqan dikin. Di saetên serê sibê de me dest bi kar dikin. Piştî taştê, heya nîvro em kar dikin. Piştî xwarina nîvro em 2 saetan navber didinê û dûre heya tarîtî bikeve erdê em dixebitin. Encamên giran ên zarokên kar dikin hene. Gelek zarokên mîna min kar dikin hene. Lê divê zarok dibin van şert û mercên giran de, kar nekin û kes wan nedin kar kirin. Em necarî vê jiyanê hatine kirin.”
 
MA / Erdogan Alayumat