Li Rihayê fisteqvanên ku tişta hêvî dikirin îsal bi dest nexistin

img
RIHA - Li Rihayê fisteqvanan, diyar kirin ku îsal ji ber terez û baranê bereke baş bi dest nexistin û dewletê jî destekek baş nedaye wan. Fisteqavan, anî ziman ku ji ber krîza aborî jî zirara wan zêdetir çêbûye. 
 
Li Rihayê welatiyên ku debara xwe bi fisteqan dikin, diyar kirin ku îsal bereke baş bi dest nexistine. Fisteqvanan, destnîşan kir ku ji ber terez û baranê îsal tu fisteq berhev nekirine. 
 
Fisteqvan Reşît Sonmez, destnîşan kir ku îsal zêde terz û baran bariyaye û ev yek tesîreke neyînî li wan kiriye. Sonmez, bilêv kir ku berê wan ji darekê 20-30 kîlo fisteq berjev dikirin, lê îsal wan 15 kîlo berhev kirine. Her wiha Sonmez, da zanîn ku li gel vê rewşê krîza aborî jî tesîr li wan kiriye û ji ber zemên hatine kirin jî zirara wan zêde çêbûye. 
 
Sonmez, diyar kir ku ew nizanin dê îsal kîloya fisteqan bi çend lîreyan be û got: "Di sektora me de kooperatîfbûyîn an jî komelbûyîn tune ye. Bazirgan tên gel hev fiyetekî diyar dikin û herkes jî qebûl dike." Sonmez, anî ziman ku di vî karî de herî zêde bazirgan qezenc dikin û ji ber vê êdî ew hatine wê astê ku nikarin heqê mesrefên xwe derxînin. 
 
‘EM HEQÊ KEDA XWE DERNAXIN' 
 
Sonmez, destnîşan kir ku karê ku ew dikin karekî zehmet e û bis er de jî heqê keda xwe bi dest naxin. Sonmez got: "Em 20 salan li dareke fisteqan dinerin. Di 20 salan de em tim li dara fisteqan miqate ne, aşiya wê dikin. Di dema çinînê de jî em di germahiyeke ku heta 45-50 pileyî dertê de rojê 12-13 saetan dixebitin. Carinan em nexweş dikevin, lê dîsa jîd ixebitin. Helbet em dixwazin heqê vê keda xwe bi dest bixin, lê mixabin niha ev tişt tune ye." 
 
‘DEWLET DESTEKEKE BAŞ NADE' 
 
Her wiah Sonmez, bilêv kir ku desteka ku dewlet dide fisteqvanan jî kêm e û got: "Dewlet ji dêvla ku destekek baş bide hilberîneran, zêdetir dide bazirganan. Hîbeyên ku didin bi piranî didin bazirganan. Di 16 salên dawî de di warê çandiniyê de Tirkiye gelekî bi paş ket, hema bêje çandinî qediya. Eger dixwazin pirsgsirêkên di warê çandiniyê de bên çareserkirin, divê dewlet destekê bide hilberîneran. Dema ev yek tune be, her biçe dê çandinî biqede."