Paylan: Dibe ku IMF deyn nede Tirkiyeyê

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ku bi nasnameya xwe ya aborînasiyê tê zanîn diyar kir ku rewşa Tirkiyê ya aboriyê rewşa krîzê ye û got: "Îhtîmal mezin e IMF deyn nede Tirkiyeyê. Heke rewş were asteke wisa dê xetereya mezin dest pê bike." 
 
Dolar û Euro zêde dibin û TL jî her diçe kêm dibe. Enflasyon ra dibe û di navbera îthalat û îxracatê de ferq mezin dibe. Îthalat zêde û îxracat kêm dibe. Bilî wê jî îthal bi dolar dibe. Ji ber vê jî tişta tê kirîn û tê firotin her roj bihayê kirîn û firotina wan li dij Tirkiyê diguhêrê. Bêkarî zêde dibe. Deynê derve zêde dibe. Herdiçe sinyalên krîzê mezin dibin. Nîqaşên li ser ‘Tirkiye ji IMF’ê’ deyn bixwaze zêde dibin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê û di serdema berê de jî Cîgirê Serokê Giştî yê HDP’ê û Berpirsê Aboriyê Garo Paylan mijara krîza aborî şîrove kir û wiha got: “Îhtîmaleke mezin wê IMF deyn nede Tirkiyeyê.”
 
‘AGIRÊ KRÎZÊ GEŞ DIBE’
 
Paylan aşkera kir ku li Tirkiyê hikumet AKP’ê 500 milyar dolar deynê xwe yê derve heye û wiha got: “Aborî bi polîtîkayên heyî nema dimeşe. Heke wisa bidome dê Tirkiye nikaribe bi deynî pere jî bi dest bixe. Sinyalên heyî destnîşan dikin ku Tirkiye ber bi wê ve diçe. Krîz ne bi xire-cirê, bi demokrasiyê çareser dibe. Na ku kontrola rewşê nê sazkirin agirê krîzê hê dê geş be.”
 
‘XETEREYEKE DIN LI BER DERIYÊ IMF’Ê YE’
 
Parlamenterê HDP’ê Paylan bal kişand ser biryarên muîdeyên pêkan ên DYA ji bo Tirkiyê amade dike û dixwaze bixe meriyet jî got: "Amerîka di qada navneteweyî de rê li ber krêdiyên ji bo Tirkiyê digire. Girtîbûna Peywirdarê Olî Andrey Brunson û daxuyaniya muîdeyan a Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump hevkariya navbera Tirkiye û Amerîkayê her diçe kur dike. Ev jî rîska darxistina muîde û ambargoyên Amerîka ya li ser Tirikiyê zêdetir dike. Hek ev dest pê bike dê reaksiyanên li du hev derkevin holê. Tirkiye ji aliyê finansê de di kerta şikestinê de ye. Tirkiye dibe ku neçarê IMF’ê be. Gote-got zêdeye ku Tirkiye naçarê ber deriyê IMF’ê be jî ihtîma mezin IMF ji ber xirabûna têkiliyên Amerîka û Tirkiyê krêdî nede Tirkiyê. Xetereya mezin dê wê demê xwe nîşan bide. Di rewşên wisa de ne pêkane fînast bê birêvebirin. Banka nikarin li ser xwe bimînin û şîrket îflas dikin. Bi milyonan mirov bêkar dimînin û di gaveke wisan de kamyona Qesrê bi lez here û li dîwar biqelibe. Divê direksiyona kamyonê ber bi demokrasiyê ve bê badan.”
 
‘EM BI SENARYOYA VENEZUELAYÊ RE RÛ BI RÛ NE’
 
Paylan da zanîn ku IMF deynê krêdî nede Tirkiyeyê hemû banke dê îflas bikin û got: "Aborî ji nav biçe û bibe mînak Venezuelayê. Mixabin em bi senaryoyeke wisa ya cidî re rû bi rû ne." 
 
MA - Selman Guzelyuz