HDP nexşerêya xwe ya dema nû bi civînên pêk bîne dê şenber bike

img

ENQERE – HDP dawiya hefteyê bi armanca nexşerêya xwe ya dema nû diyar bike li hev kom dibe. Dê HDP bi vê civînê hewl bide ku xwe ji hilbijartina heremî ya muhtemel re amade bike. 

 
HDP piştî kampa xwe ya 3 rojan a Wanê, dawiya vê hefteyê bi armanca nexşerêya xwe ya dema nû diyar bike, careke din li hev kom dibe. Dê HDP bi vê civînê nexşerêya xwe ya dema nû şenber bike. Wek destpêk encamên ku ji kampa 3 rojan hatine derxistin dê wek peşnişyar pêşkêşî Civîna Meclisa Partiyê bên kirin. Pişt re jî bi nexşerêya ku bi civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) bê erêkirin dê plansaziyên şênber bên kirin û HDP dakeve qadê. 
 
Dê di nexşerê de biryara destpêkirina amadekariyên derbarê hilbijartinên herêmî yên 2019’an jî bê dayîn. Tê payîn ku bi nîqaşên di Civîna Meclisê Partiyê de li ser pêkanîna pêşwaxtbûna hilbijartinê bên kirin re dê biryarên ji bo hilbijartinê bên dayîn jî bên nirxandin. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku piştî bidawîbûna civînan dê bi avakirina komîsyonên têkildar re starta xebatên hilbijartinê jî bê dayîn. 
 
BIRYARA BEŞDARBÛNA PARTIYAN BÊ DAYÎN
 
Li gel ku di hilbijartinên 2014’an de HDP li bajarên Tirkiyeyê û DBP jî li bajarên bakurê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bûbûn jî, tê fikirîn ku di van hilbijartinan de HDP û DBP di bin sîwana HDP’ê de wek partiyek beşdarî hilbijartinê bibin. Tê gotin ku bi armanca pêşiya tevliheviya nav û serkeftina HDP’ê ya li Tirkiyeyê bê girtin, biryareke bi rengî bê dayîn. 
 
Di civînan de gelek sernav bên nirxandin û lê giranî ji bo careke din bikaranîna şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine dagirkirin, li ser rêxistibûyîna pêvajoya kampanyayeke xurt bê rawestandin. Wek pêngava destpêkê jî dê biryar bê dayîn ku piştî betlaneya parlamentoyê parlementer piraniya dema xwe li bajarên ku lê hatine hilbijartin, derbas bikin. Her wiha tê payîn ku encamên hilbijartinê yên 24’ê Hezîranê li ser pêvajoya kampanyayê diyarker be û tê gotin ku di vê çarçoveyê de dibe ku tifaq ango namzetên hevpar bên rojevê.
 
PARVEKIRINA PEYWIRAN
 
Rojeveke din a girîng a civînê jî ji ber ku hin endamên Desteya Rêveberiya Navendî bûne parlamenter dê parvekirina peywirdarkirinên nû be. Tê plankirin ku di endamtiya Desteya Rêveberiya Navendî ya ku ji 31 kesan pêk tê de hin guhertin pêk werin û piştî civînê peywirdarkirinên nû bên kirin.