Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe

img
AMED – Ji ber ku krîza aborî, piştevaniya ji bo cotkaran kêm e, mazot û tiştên din ên pêwîstiya ji bo çandiniyê buha dibin cotkar rojên herî dijwar û tengezar dijîn. Li Farqînê cotkarên garis diyar kirin ew zerarê dikin û sala bê dê dest ji çandiniya garis berdin. 
 
Ji gundên navçeya Farqînê bigire heta Deşta Bismilê û ji vir bigire heta navçeyên Çinar û Erxenê yên Amedê demsala avdaniya garis e. Bi sed hezaran donim garis hatine çandin. Cotkar dibêjin ku ew di garis de ji ber lêçûyînê zerar dikin. Qezanca ji misir dikin, hema bêje heqê mesrefa wan dernaxe. Coktaran diyar kir ku ya herî zêde bandorê li ser wan dike bihabûna sotemeniyê û krîza aborî ye. 
 
Abdulbakî Îlterlî (55) yê li gundên Farqînê 40 sal e cotkariyê dike anî ziman ku 12 salin ew garis diçandin û got: “Min îsal 150 donim erd garis danî. Dewlet xwedî li cotkaran dernakeve. Me mehkumî mirinê kiriye.” 
 
'DESTEKA DEWLETÊ JI BO ME HÎÇ E’ 
 
Îlterlî bal kişand ser desteka ji bo cotkaran û wiha dewam kir: “Desteka dewletê ji bo me hîç e. Serê donimê herî kêm 15 TL dide me. Ji 100 donimî re 500 TL’yî dide. Her bidona maşîneyekê 85 lître mazot distîne. Pereyên ku didin me têra 4 bîdon mazot dike. Serê 100 donimî hezar TL mesrefa min dibe.” 
 
'PIŞTA ME DIŞKÊNIN’ 
 
Îlterlî anî ziman ku ew ê sala pêşiya çandiniya genim bike û got: “Mesrefên garis zêde ne. Kar û zerara me hev dernaxe. Zerar pişta me dişkêne. Yê ku kedê dide cotkar in lê yê ku zerarê jî dike dîsa cotkar in. Cotkar ji bo kesên karê komîsyonê dike, halên sebze û fêkiyan û marketan dixebite. Em dixebitin ew qezenc dikin. Îsal dê ji vî garisî qet kara me nebe. Em neçarin dest jê berdin. Dewlet li cotkaran nanêre. Dewletên din li cotkarên xwe dinêre û destekê dide wan. Lê li vir piştevaniyê nadin me. Ji bo cotkaran bikujin, tişta ji destê wan tê dikin. Dema maliyet biha dibe, hilberîn jî erzan dibe.” 
 
İlterlî got cotkaran bêxwedî dihêlin û got: “Dewlet me mehkumî mirinê dike”