‘OHAL û zext însanan feqîr dike’

img
MÛŞ – Esnafên Gimgimê ji ber krîza aborî bi gazincin û gotin: “Ên me xurbetê êdî nayên. Sewlkarî û çandinî xelas bû. Her roj zem heye. Zextên OHAL’ê zêde dibe. Pişta me şikest. Pêdiviya welêt bi aştî û aramiyê heye.” 
 
Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê jî li Tirkiyeyê rewşa krîza aborî baş nebû. Xerabiya aboriyê bandorek neyînî li ser civakê dike û civak ji vê yekê bi gazin e. Yek ji van bajarên herî krîza aborî lê bandorê dike jî Mûş e. Polîtîkaya aboriyê ya nebaş li Mûşê karê çandiniyê û sewalkariyê aniye ber topavêtinê. Navçeya Gimgimê ya Mûşê di serê cihê krîz lê heye de tê. Esnafên Gimgimê ji ber krîza aborî bi gazinin û çareseriyê di rakirina OHAL’ê û dawî anîna zextan de dibînin. 
 
‘PÊDIVIYA HERÊMÊ BI AŞTÎ Û ARAMIYÊ HEYE’ 
 
Erdal Ozer ê 18 salin li navçeyê karê cil û berdan dike got ku ji hiriyê bigire heta morîkan zem hatiye ser her tiştî. Ozer got: “Deh roj berê min kîloya elyafê bi 8 lîreya dikirî, niha kîlo bûye 11 lîre. Her hefte zemek tê. Ev du sal e bi rastî jî karê me nebaşe. Qezanca ma bûye nîvî nîv. Gimgim bi saya yên li xûrbetê ku ji Ewropayê dihatin li ser piya bû. Niha ew jî nayên. Pêdiviya herêmê bi aştî û aramiyê heye. Tekane riya çareseriya aboriyê di aramî û aştiyê de derbas dibe.” 
 
‘DIVÊ FAÎZ BIKEVE Û OHAL RABE’ 
 
Savaş Akbal ê karê têkbarên spî dike jî destnîşan kir ku di salên dawî de yên xûrbetê ji welatên Ewropayê tên di hejmara wan de kêmbûn heye û got: “Heke ew tunebin em ê dikanê bigirin. Debara me bi saya yên ji Ewropayê tên baş bû. Berê rojane qezanca me nêzî 2 hezar TL’yî bû. Niha hema bêje em bi mehane tiştek qezanc nakin. Divê mirov vê ferqê bibîne. Ji bilî razandina faîzê em tiştekî nakin. Hemû esnaf ji bankayan re deyndar in. Ji bo rewşa me ya aborî baş bibe, lazim e demildest OHAL rabe.” 
 
‘EZ JI MIŞTERIYAN RE NIKARIM BEHSA ZEMÊ BIKIM’ 
 
Ji esnafên navçeyê Tuna Han jî diyar kir ku Rewşa Awarte her tim li herêmê hebûye û wiha got: “Par me rojê du sê hezar kar dikir, lê nîvî jî em bi dest naxin. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Dema pere tunebin, bandorê li ser me jî dike. Her roj zemê li ser tiştan dikin. Ez nikarim behsa zemê ji mişteriyên xwe re bikim. Li gel vê tengezariya aborî li navçeyê zext jî hene. Heke li serê her kolanê polîs hebin û kontrola nasnameya mirovan bikin, jixwe tu kes nayê dan û stendinê. Tekane riya em dikaribin kar bikin rakirina dawî anîna zextan e û pêkhatina aramiyê ye.” 
 
‘KES GOŞT NAKIRE’
 
Serhat Sever ê ji 2004’an ve qesabiyê dike jî anî ziman ku di nava bihayê berê û yê niha de ferqek mezin heye û got: “Dema me nû dest bi qesabiyê kir kîloya goşt 12 an 13 lîre bû, lê di 2013’an de derket 13 lîreya. Lê niha kîloya goşt derketiye 40-42 lîreyî. Ji ber vê bihabûnê em esnaf nikarin kar bikin. Mişteriyên tên dema kîloya goşt hîn dibin paş de vedigerin. Heta bihayê goşt nekeve derfeta em ê kar bikin nîne.” 
 
MA / Nîmet Olmez