Êdî dewlemend jî nikarin pîvaza hişk bikirin

img
WAN – Fiyetên zebze û fêkiyan her diçe zêde dibe. Mêwefiroş, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan tiştek nayê firotin û got: "Bi qasî ku em davêjin çopê, em ewqasî nafiroşin." 
 
Di orta havînê de jî fiyetn zebze û fêkiyan kêm nebû. Bazarvan, hilberîner û mişterî ji vê rewşê ne razî ne. Mêwefiroşên wanî, destnîşan kir ku ji ber fiyetê zebze û fêkiyan tim biha dibe kes nakire. Mêwefiroşan destnîşan kir ku pîvaza ku feqîran tim ew dikirî niha dewlemend jî nikarin bikirin. Mêwefiroşan da zanîn ku ew piraniya zebze û fêkiyan davêjin çopê. 
 
'NE KIRÎGER NE JÎ FIROŞKAR KÊFXWEŞ E' 
 
Mêwefiroş Mucahît Yilmaz destnîşan kir ku niha rewşa wan ne tu rewş e û got: "Hewa germ e û ji ber bihabûna fiyetên zebze û fêkiyan kes nayê. Yanî zebze û fêkiyên me xera dibin û em davêjin çopê. Ne me ji fiyetan kêfxweş in ne jî kirîger. Ji ber ku pere bi gel re tune ye nikare tiştekî bikire. Loma em ji yên difiroşin bêtir davêjin çopê. Ji ber ku her tiştî zem xwariye, tu bikî nekî fiyetên zebze û fêkiyan jî zêde bû. Hêviya me ma Xwedê." 
 
'ZENGÎN JÎ NIKARIN BIKIRIN' 
 
Yilmaz, diyar kir ku wekî gelek mêwefiroşan ew jî xisirîne û got: "Em li bendê ne ku rojekê baş bibe, lê her diçe xirabtir dibe. Yanî êdî li piyaseyê çerxa kar nazîvire. Loma em zirarê dikin. Hêviya me ji kesî tune ye û nemaye. Her roj fiyet zêde dibin. Berê kirîgerên me yên ku 5 kîlo firingî, petat, îsot an jî bacan dikirîn niha herkê nîv kîloyî dikirin an jî qet nakirin. Jixwe kirîgerên me pîvaz û petatan nakirin. Ji roja ku zem xwarine ev herdu zebze nayên fiortin. Kirîgerên me dibêjin heta ku fiyetê pîvaz û petatan erzan nebe em ê nekirin. Yanî pîvaza hişk ku berê bivênevêya feqîran bû, niha dewlemend jî nikarin bikirin." 
 
Mêwefiroş Ahmet Yildiz jî, destnîşan kir ku piraniya kirîgeran tenê li fiyetên zebze û fêkiyan dipirsin û bêyî ku tiştekî bikirin diçin. Yildiz got: "Kes ji vê rewşê ne razî ye. Kesekî ku xwedî li vî welatî derkeve tune ye. Ev der bajarê ku herî zêde ciwan lê ne û herî zêde betal lê hene. Derfetên kar tune ne. Loma em her roj bi kîloyan zebze û fêkiyan davêjin çopê. Êdî em nikarin heqê kirêya xwe bidin. Em bi zirarê dixebitin. Eger wisa dewam bike em ê biçin malên xwe rûnên." 
 
'BERÎ HILBIJARTINÊ REWŞ BAŞTIR BÛ' 
 
Ayşe Ozturk a ku ji bo zebze û fêkiyan bikire hat mêwefiroş jî, destnîşan kir ku fiyet pir biha ne û got: "Ji ber ku her roj fiyet biha dibin êdî em ji pariyê xwe kêm dikin. Eger wisa dewam bike em ê nikaribin tiştekî jî bikirin. Em ê li malê birçî rûnên. Tenê ne fiyetên zebze û fêkiyan zexîre jî biha ne. Beriya hilbijartinê rewş baştir bû. Em li bendê bûn ku rewş baş bibe, lê her diçe zerabtir dibe." 
 
MA/ Mahmut Ruvanas