Li bazarê 10 kes li fiyetan dipirsin kesek dikire

img

AMED – Ji ber krîza aborî êdî li bazaran tişt ne bi kîloyan bi xiraman tên firotin. Bazarvanan, destnîşan kir ku 10 kes li fiyetan dipirse, kesek tenê dikire. 

Piştî hilbijartinê, krîza aborî her diçe bêtir tesîra xwe dide der. Li bazaran ne mişterî ne jî firoşkar kêfxweş in. Êdî li bazaran mişterî ne bi kîloyan bi xiraman tiştan dikirin. Her wiha li bazazarn herî zêde petat û pîvaz biha ne. Petat û pîvazên ku çend roj berê kîloya wan bû 7-8 lîre, niha bi 3-4 lîreyan tên firotin. 
 
ROJEVA BAZARÊ PETAT IN 
 
Muhammed Emîn Kose ku 16 sal in esnaftiyê dike, diyar kir ku li gorî berê kes tiştan nakire. Kose bilêv kir ku di nav nîv saetê de ji 10 kesan 9 kes li fiyetên tiştan dipirsin, lê belê ji van kesan tenê kesek tiştan dikire. Kose, diyar kir ku êdî pere bi kesî re nemaye û got: "Berê kîloya petatan bi 75 qurîşan bû, lê niha bi 3 lîreyan e. Yanî welatiyên ku berê bi 3 lîreyan 4 kîlo petat dikirîn, niha bi heman pereyî kîloyekê dikire." 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINÊ ZEM 
 
Esnaf Mehmet Akkûrt, diyar kir ku niha li Amedê malbata herî biçûk ji 5 kesan pêk tê û xwarina feqîran niha bûye xwarina dewlemendan. Akkûrt, bilêv kir ku heta hilbijartina 24'ê Hezîranê zem sekinîbûn û got: "Hikûmet ji bo di hilbijartinê de dnegan bigire xwe li bêdengiyê danî, lê piştî hilbijartinê dest bi zeman kir. Dikandar û market ji ber zeman cixareyên xwe vedişêrin." 
 
Esnaf Hasan Selman, diyar kir ku ew li halê şebeş bi 60 qurîşî tînin û li bazarê bi 75 qurûşan didin û got: "Heta şebeş ji halê tînim bazarê serê kîloyê 10 qurîş ji min re dimîne. Li gor berê em niha kêm qezenc dikin." Esnaf Kamer Dort jî got: "Karê me dibe, lê pere nakeve bêrîka me, dikeve bêrîka fîrmayê. Taximê fîncanan berê bi 35 lîreyan bû, niha bûye 80 lîre. Divê ez 10 taximan bifiroşim ku 2 taxim fîncan bikirim." 
 
Qesab Alî Sirri jî anî ziman ku êdî kes wekî berê goşt nakire.