Aborîzan Kozanoglû: Hefsarê aboriyê ji dest derket

img

STENBOL – Aborîzan Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku êdî hefsarê aboriyê ji dest derketiye û got: "Bi faîzeke evqas zêde ne veberhênanî û ne jî îstihdam ne pêkan e." 

Beriya hilbijartinê krîza aborî bi awayekî aşkere xwe dida der. Her diçe ev yek bêtir xwe dide der. Herî dawî TUÎK'ê daxuyand ku rêjeya enflasyonê ji sedî 15.39 e. Pisporê budçeyê Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû rewşa heyî nirxand. 
 
Kozanoglû, bilêv kir ku diviya di havînê de rewşa enflasyonê asayî bibûna, lê belê hejmarên ku TUÎK'ê daxuyandine tam tersa vê yekê nîşan dide. Kozanoglû destnîşan kir ku niha jî hefsarê fiyetên petrol û enerjiyê, li cîhanê fiyetên madeyên xam ji derst derketiye û got: "Faîz zêde ne, enflasyon zêde ye, kêmasiya cariyî zêde ye. Di nava van şert û mercan de qûra dowîzî xwe nagire. Mixabin dê polîtîkaya aboriyê ya ku îflas kiriye piştî 24'ê Hezîranê jî dewam bike." 
 
'PEREYÊ BIYANÎ LI BENDA BÊQÎMETBÛYÎNA TL YE' 
 
Kozanoglû, zêdebûna qûrên dowîzî jî nirxand û got: "Eger li welatekî kêmasiya cariyî hebe û dowîz qezenc neke, jixwe dê liv û tevgerên qûra dowîzî pir livok bin. Kesên ku li wleat veberhênaniyê dikin ji bo di nêvenga faîzî de bi pereyan pereyan qezenc bikin, divê di qarê dolar, ewûro û pereyên de mîsogeriyekê bibînin. Dema enflasyona zêde bû derket ser ji sedî 15'an, faîza Bankeya Navendî daket 17.75'an. Êdî ji bo ku pereyê biyanî were Tirkiyeyê, li benda bêqîmetbûyîna TL ye. Ev yek jî baweriya bi TL kêm dike." 
 
'HEFSARÊ ABORIYÊ JI DEST DERKET' 
 
Kozanoglû got: "Wisa difikirim ku hefsarê aboriyê ji dest derket. Jixwe bi faîzeke wisa zêde kes veberhênaniyê nake û îstihdam jî ne pêkan e. Bi faîzeke wisa zêde jî eger hûn nikaribin enflasyonê kontrol bikin û nikaribin qûra dowîzî kêm bikin, ev tê wateya ku êdî kontrola wesayîtê ji dest derketiye." 
 
Kozanoglû, bilêv kir ku hikûmetê dît rewşa aboriyê nebaş e, serî li hilbijartina pêşwext da û got: "Ji hêla xwe ve dixuyê ku gihaştine armanca xwe. Belê rewşa aboriyê nebaş bû, bêyî ku ev rewşa aboriyê ya nebaş tesîreke giran li welatiyan bike û bêyî ku welatî vê yekê baş hîs bikin serî li hilbijartina 24'ê Hezîranê dan." 
 
MA / Yasin Kobulan