Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin

img

MANÎSA – Li Somayê di madenê de 301 madenvanan jiyana xwe ji dest dabû, doza ku hat vekirin berdewam dike. Malbatên Somayê aşkera kirin ku ew ê şopdarên dozê bin.

Li navçeya Somayê ya Manîsayê di 13'ê Gulana 2014'an de qezayek pêk hatibû û 301 madenvanan jiyana xwe ji dest dabû. Berî ku rûniştina 19'emîn a dozê pêk bê, parêzerên dozê û endamên Komeleya Mafên Civakî (SHD) meşek pêk anîn. Koma li ber gara trenê ya Akhîsarê li hev kom bûn, berî rûniştinê heta Salona Çandê ya Bolentê meşiyan. Di meşê der pankarta "Somayê ji bîr nek, nede jibîrkirin" hat vekirin. Dem dem dirûşmên "Dê hesabê Somayê bê pirsîn", "301 kesî ji bîr neke û nede jibîrkirin", "Dê roj bê AKP hesab bide gel" hatin berzkirin. Piştî meşê ji li ser navê malbatên Somayê û SHD'ê bavê Ugur Çolak ê jiyana xwe ji dest da, Îsmaîl Çolak axivî.
 
Çolak got ku "Dê doza me bi inat dewam bike" û aşkera kir ku ew ê "Têkoşîna heq, hiqûq û edaletê" dewam bikin û wiha got: "Ji bo sermayedar hêj zêdetir komirê derxin û karê bikin, em canê xwe, zarokên xwe, hevjînên xwe, bavên xwe û birayên xwe winda nakin. Ev 41 meh e em li dijî vê yekê tê dikoşin û lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin."
 
Çolak bertek nîşanî dozgerê bi navê Salîh Pehlîvanoglu jî da û wiha pê de çû: "Li Ermenekê di 2011'an de 11 karkeran jiyanaxwe ji dest dan û tenê cezayê pere li bersûcan hat birîn. Em ê xwedî li vê dozê, yên beriya wê jî derkevin û têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin. Dozgerê dadgehan bên guhertin jî dê tiştek neguhere."
 
Piştî daxuyaniyê malbat derbawî rûniştinê bûn.