Berxwedana karkeran encam da

img
STENBOL - Karkerên di Şaredariya Avcilarê de dixebitîn, ji ber ku heqdestê wan nedidan, di çalakiyê de bûn û berxwedana wan encam da.
 
420 karkerên di Şaredariya Avcilarê ya Stenbolê de dixebitîn, 3 meh bû heqdestên xwe nedigirtin û ji bo heqên xwe bistînin li ber avahiya şaredariyê çalakî dan destpêkirin. Karker 2 meh bûn dest ji kar berdabûn, beşeke heqdestên xwe girtin. Di hevdîtinên di navbera rayedarên şaredariyê û Sendîkaya Belediye-Îşê de, di 12'ê Cotmehê de karkeran heqdestiya xwe ya meh û nîvekî girt, dest bi kar kirin, dê heqdestiyên xwe yên meh û nîvekî jî di 12'ê Mijdarê de bistînin.