Karkerên sendîkayî yên ji kar hatin avêtin: Serokwezîr ne samîmî ye

img

STENBOL - Karkerên ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin û karkerên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin, bi rojan e li çar aliyên Stenbolê di grevê de ne û dixwazin vegerin karê xwe. Karkeran gotinên serokwezîr ên wekî "Ji sendîkabûnê netirsin" jî bi bîr xist û got ku "Serokwezîr ne samîmî ye."

Her roja ku diçe aboriya Tirkiyeyê piçûk dibe û hat gotin ku vebûna carî gihiştiye 40 milyar dolarî û fatûreya vê krîzê li karkeran tê birîn. Li gorî daneyên meha Îlonê ya 2017'an a Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), 3 milyon 251 hezar kes bê kar e, li gorî daneyên meha Hezîrana 2017'an ên DÎSK-AR'ê li Tirkiyeyê rêjeya bêkaran 5 milyon 914 hezar (sedî 17.3) ye. Ji hêla din ve Serokwezîr Bînalî Yildirim di 10'emîn Civîna Herêmên Ewropayê ya Rêxistina Xebatkar a Navneteweyî (ILO) de axivî û berovajî gotinên wî yên wekî "Ji sendîkabûnê netirsin", li Stenbolê karkerên ku xwedî sendîkayê ne, ji kar tên derxistin. Karkerên ji kar hatine derxistin, ji bo dîsa bi awayekî sendîkayî vegerîn karê xwe di çalakiyan de ne. Karkerên cemaweriyê yên KESK'ê, karkerên li Kadikoy, Bakirkoy, Kartalê bi rêya KHK'ê ji kar hatin derxistin, karkerên Kod-A'yê yên li Guneşliyê û li Hadimkoyê Karkerên Akkîmê û karkerên DHL Expresê di grevê de ne. Karkeran aşkera kir heta ew karê xwe bi dest nexin dê çalakiya xwe dewam bikin.
 
'KUÇEYA BERXWEDANÊ'
 
Ji ber ku endamên Sîgorteya Civakî ya Tirkiyeyê, Perwerde, Buro, Bazirganî, Sendîkaya Karkerên Hunerên Xweşik û Kooperatîfê (SOSYAL-ÎŞ) bû, 10 karkerên di Kod-ABîlîşîm A.Ş de dixebitin, di 27'ê Îlonê de ji kar hatin avêtin. Ji ber ku karker sendîkayî bûn, berî ku ji kar derxin hatin sirgûnkirin. Karkeran sirgûn qebûl nekir hevdîtinan dest pê kir. Ji ber ku rêya hemû hevdîtinan hat girtin, Di 3'yê Cotmehê de li ber navenda giştî ya Turk Telekomê ya Bagcilara Guneşliyê dest bi çalakiyê kirin. 13 roj e karker di çalakiyê de ne û aşkera kirin ku heta vengerin karê xwe û bi sendîkayî dest bi kar nekin û TÎS îmze neke ew ê çalakiya xwe dewam bikin. Karkerê Kod-A'yê Guven yavuz, der barê çalakiya xwe de ev tişt got: "Em du hefte ne li ber xwe didin. Ji ber ku karkerê DHL Expressê jî li vir in, me navê kuçeyê danî Kuçeya Berxwedanê. Dê heta serkeftinê berxwedan bidome."
 
91 ROJ E DI ÇALAKIYÊ DE NE
 
Ji DHL Expressê jî, 9 karkerên endamê Sendîkaya Karkerên Hemû Barkêşiyê (TUMTÎS) ji kar hatin derxistin. 7 ji wan li ber Navenda Giştî ya DHL Expressê ya li Bagilarê di 17'ê Tîrmehê de dest bi çalakiyê kirin. Di roja 91'an a çalakiyê de çalakiya karkeran dewam dike. Sala çûyî karkerên DHL Expressê li Esenyurtê li ber DHL Depoyê 465 rojan ji bo karê xwe têkoşîn dabûn. Karkerê bi navê Berk Kalyoncu jî aşkera kir ku her çendî di çalakiyê de bin, têkiliyên wan ên bi karkerên hundur re dewam dike, ruxmê zextan jî dê bi ser kevin.
 
'SEROKWEZÎR NE SAMÎMÎ YE'
 
Di fabrîqeya li Hadimkoyê ya Akkîm Yapi Kîmyalari de qasî 490 karker dixebitin, ji ber ku endamê Sendîkaya Turk-Îşê ya girêdayî Petrol-Îşê ne, di 31'ê Tîrmeha 2017'an de 22 kar hatin derxistin, dem dem hejmara karkerên ji kar hatin derxistin derket 100 kesî. Ji wê rojê vir ve li ber fabrîqeyê di çalakiyê de ne û 76 roj e dixwazin vegerin karê xwe. Alî Gunduz gotinên serokwezîr ên wekî "Bila ji sendîkabûnê netirsin" bi bîr xist û aşkera kir ku serokwezîr ne samîmî ye û xwest di vê der barê de zextan li karmendan bike.
 
Nuriye Şîmşek yek jî kedkarê cemaweriyê ye û destnîşan kir ku têkoşîn tenê ne ji bo veera kar e, divê OHAL jî bê rakirin û bang li karkeran kir ku li dijî OHAL'ê bila têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin.
 
MA / Metîn Yoksu