Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye

img

WAN - Li bajarê Wanê hêdî hêdî hewa germ xatirên xwe dixwaze û hewa sar dibe. Bi nêzîkbûna hewa sar re Sûka Sobevanan a li Wanê jî bi liv û tevger bû. 

Li herêma Serhedê hêdî hêdî hewa germ radibe û hewa sar dibe. Li bajarê Wanê jî bi hatina mehên payîzê û demsala zivistanê re amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Li Sûka Sobevanan a Wanê dikandar ketine nav liv û tevgera çêkirina sobeyên êzingan. Ev sobe bêtirîn ji bo xelkê gundan ku gaza xwezayî lê nîne lazim e. Lewma xelkê gundan di van mehan de li sûkê sobeyan dikirin û amadekariyên zivistana xwe ya dijwar dikin. 
 
FIYETA WAN DU QAT ZÊDE BÛYE 
Mesût Anter ê 35 sal in sobeyan çêdike diyar kir ku bêtir xelkê li gundan tê sobeyan dikire û got: “Li bajaran ji ber ku gaza xwezayî heye, em bêtir sobeyan difiroşin xelkê gundan. Ev yek jî dibe wesîleya ku karê me zindî bimîne.” 
 
Anter destnîşan kir ku krîza aborî bandora xwe li ser bihayê sobeyan jî kiriye û wiha axivî: “Em hem sobeyên hazir hem jî sobeyên ku em çêdikin, difiroşin. Di du rojan de em 20 sobeyan çêdikin. Rojek em haziriyê wan dikin roja duyem jî em çê dikin. Fiyeta sobeyan li gorî sala par du qatan zêde bûye. Niha hê jî fiyet diyar nebûye. Lê belê tê texmînkirin ku wê sobeyek di navbera 700-900 lîreyî de were firotin.” 
 
KES ÇIRAXIYÊ JÎ NAKE 
 
Anter da zanîn ku wî di 15-16 saliya xwe de dest bi çêkirina sobeyan kiriye û ji ber ku niha kes tine li ber destê wî bixebite jî gazinên xwe dike û got ku êdî ew nikarin çiraxekî jî bidin xebitandin û vî karî pê bidin hînkirin.