Karkerên Polonezê hatin binçavkirin

img
STENBOL - Karkerên Polonezê yên ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, di roja 59’emîn a berxwedana xwe de bi kelemçeyên bi paş ve hatin binçavkirin. 
 
Çalakiya karkerên Polonezê yên bi hinceta bûn endamên Sendîkaya Kar a Tek Gida ya li navçeya Çatalca ya Stenbolê ji kar hatin avêtin berdewam dike. Di roja 59’emîn a çalakiyê de polîsan mudaxileyî karkerên ku hatin ber kargehê kirin. 
 
Di dema mudaxileyê de yek ji karkeran bi gotina “Me hûn ji ber vê yekê mezin kirin? Ji bo ku hûn vê mûameleyê li me bikin em bûn hemwelatiyên Tirkiyeyê, li Komara Tirkiyeyê deng dan? Ka dewleta me?” bertek nîşanî polîsan dan. 
 
HATIN BINÇAVKIRIN
 
Piştî mudaxileyê Sekreterê Tek Gida-Îş’ê yê Bajêr Fûrkan Seyhan jî di nav de gelek kes bi kelemçeya bi paş ve hatin binçavkirin.