ŞIRNEX - Li Şirnexê maliyetên ku ji ber qedexekirina zozanan û krîzê zêde bûne, hema bêje sewalvaniyê qedandiye. Li Nêrwana 200 mal lê hene, niha tenê kesek sewalvaniyê dike.
Li Şirnexê rêjeya xwedîkirina sewalan ku yek ji çavkaniya debarê ye, roj bi roj kêm dibe. Li Şirnexa ku nifûsa wê 570 hezar û 745 e, ji sedî 22'yê zeviyên bajêr ji bo çandiniyê, ji sedî 39 wekî daristan û ji sedî 15 jî wekî mêrg-zozan tê bikaranîn. Topografyaya bajêr ku ji bo çandinî û sewalkariyê gelek guncav e, ji ber polîtîkayên ewlehiyê nayê bikaranîn. Welatî ji ber "Herêma Ewlehiyê" ku bi fermî yan nefermî tê îlankirin, ji xeynî navendên niştecihbûnê hema bêje li hemû gundan nikarin zeviyên xwe cot bikin û heywanên xwe biçêrînin.
Tevî heywanên sewalvanên ji derve tên zozanan berê li dora 2 milyon heywan dihatin xwedîkirin, lê ji ber qedexekirina zozanan ev hejmar her diçe kêm dibe.
SEWALVANÎ KÊM DIBE
Li gor daneyên sala 2023'yan a Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê hejmara peza li gor sala borî ji sedî 6,9 kêm bûye. Li gorî daneyên Midûriyeta Çandiniyê ya Şirnexê jî li bajarê ku milyon û 427 hezar û 822 pez lê hene, sewalkarî gav bi gav kêm dibe. Welatî ji ber kêmbûna desteka Wezareta Çandinî û Daristanê, ji bêgavî dest ji sewalvaniyê berdidin.
ENFLASYON Û LÊÇÛNÊN ZÊDE
Halîl Sarûhan (64) ku li gundê Nêrwan ê Silopiyayê dijî, tenê ew li gund bi sewalkariyê re mijûl dibe. Sarûhan anî ziman ku li gundê ku nêzî 200 mal lê dijîn her kes dest ji sewalkariyê berdaye û got ku ger wiha dewam bike ew ê jî dest ji sewalkariyê berde. Sarûhanê ku debara xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ku ew vê pîşeyê ji bav û kalê xwe fêr bûye. Sarûhan da zanîn ku salên berê bi hatina biharê re heywanên xwe dibirin Elkê û zozanên navçeya Geverê ya Colemêrgê û zozanên aliyê Wanê û got ku niha ew tenê li gund xwedî dike. Sarûhan anî ziman ku eşira wan nêzî 30-40 gundî ye û di salên borî de her kesî sewal xwedî dikirin û wiha got: “Niha li van gundan tenê 4-5 malbat sewalkariyê dikin. Salên berê tenê li gundên me bi deh hezaran sewal hebûn."
Sarûhan bal kişand ku her sal hejmara heywanên ku ew xwedî dikin kêm dibe û par ji 300-400 heywanî îsal daketiye 100-150 heywanî û got ku zêdebûna lêçûnên kelûpelên wekî ceh, êm û dermanan bandoreke neyînî li wan dike.
Sarûhan diyar kir ku par 25 ton ceh ji bo sewalan kiriye û wiha got: “Par tonek di navbera 6 hezar û 500 û 7 hezar û 500 TL de bû. Îsal tona wê derket 8 hezar TL'yî. Dîsa par tonek ka di navbera hezar û 100 û hezar û 200 TL'yî de bû. Wekî din, derman hene. Mînak dermanek heye ku em jê re dibêjin Ken. Par me şûşeyek vî dermanî bi 600 TL'yî dikirî, lê îsal bûye hezar û 200 TL."
Sarûhan da zanîn ku şîr û berên şîrî yên heywanan ancax têra wan dikin û wiha got: “Carinan em pez cot bi cot difroşin, carinan jî bi fer bi fer. Niha bihayê pez di navbera 8 hezar û 10 TL'yî de diguhere. Par 6 hezar TL bû. Erê, biha pir zêde ye, lê lêçûn zêdetir e. Ji ber ku em bi xwe cehê xwe diçînin, em karê sewalkariyê didomînin. Her wiha kaya me jî ya zeviyê me ye. Yan na em ê nikaribûna ji bin rabûna."
Sarûhan anî ziman ku zozanên wan ji bo wan baştir in, lê ji ber şer nikarin bi rihetî biçin zozanan. Sarûhan diyar kir ku hey diçin zozanan bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û got: "Ji ber vê 2 sal in em naçin. Em heywanên xwe li gund xwedî dikin."
Sarûhan diyar kir ku ji ber ku zeviyên gund qadên çandiniyê ne, ew bi giştî li malê debara xwe dikin. Sarûhan diyar kir ku ji ber germê ev rewş zehmet bûye û got ku serê sibê saet di 05:00'an de heywanan derdixin derve û ji ber germê saet di 09:00'an de dîsa dibin axur, lê belê nêzî roj biçe ava dîsa wan derdixin.
MA / Omer Akin