STENBOL - Aborînas Ozgur Mûftûoglû diyar kir ku krîza aborî ku hikûmet bûye sedema wê, tê xwestin bi bacên nû bê çareserkirin û ji bo şîrketên mezin tu rêgezên nû yên bacê nehatine çêkirin û wiha got: "Heke sendîka û rêxistinên pîşeyî wê rawestana li ser xwe navêjin, dibe ku pêvajoya bê pir xerabtir bibe."
Fatûreya krîza aborî ya Tirkiyeyê li xizanan tê birîn. Li gor daneyên ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku parve kirine, zêdekirina meaşê wan jî tê astengkirin. TUÎK'ê rêjeya enflasyona salane ya di meha Tebaxê de wekî 51,97 eşkere kir û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî daxuyand ku rêjeya rastîn ji sedî 90,5 e.
Aborînas Ozgur Muftuoglû bal kişand ser krîza aborî ya ji aliyê hikûmetê ve pêk hatiye û got: "Tirkiye demekê xwe ji saziyên kapîtalîst ên navneteweyî yên wekî Banka Cîhanê û Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) û rêxistinên bi vî rengî dûr xist. Desthilatdariya siyasî dest bi pêkanîna bernameyeke aborî ya li gorî hawirdor û berjewendiyên xwe kir. Wê demê bi gotinên wekî 'faîz sedem e, enflasyon encam e' faîzê kêm kir û hevsengiya aboriyê xera bû. Di vê pêvajoyê de aboriya Tirkiyeyê derbeke giran xwar."
'HILBERÎN Û ÎXRACAT TUNE YE'
Muftuoglû bal kişand ser pirsgirêkên di hilberîn û îxracatê de jî û got: “Dema em îro lê dinêrin, kêmasiya hesabê heyî di aboriyê de pirsgirêkek mezin e. Hilberîn kêm dibe, asta hilberîna ku ji bo îxracatê tê xwestin nayê bidestxistin. Îtxalat her gav zêde ye û her çend ew hewl didin ku vê bêhevsengiyê di bin kontrolê de bihêlin jî, di budçeya giştî de bi berdewamî kêmasiyek heye. Li aliyekê çavkanî derbasî sermayeyê dibin, li aliyê din jî ji ber polîtîkayên şer lêçûnên aborî zêde dibin. Her wiha xercaneyên luks ên hikûmetê yên wekî avakirina qesrên nû û kirîna balafiran barekî giran dixe ser budçeyê. Her wiha, li gel vê gelek burokrat ji meaşekî zêdetir distînin."
'BAC JI ŞÎRKETÊN MEZIN NAYÊ STENDIN, JI GEL TÊ STENDIN'
Aborînas Ozgur Mûftûoglû
Muftuoglu destnîşan kir ku Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek hewl dide bi bacan kêmasiya hesabên heyî bigire û wiha got: "Ji ber vê yekê budçeya giştî tim kêm û hewl tê dayin ku ev kêmasî bi bacên ku ji gel tên berhevkirin bê girtin. Di bernameya Mehmet Şîmşek de bi giranî ev yek heye. Tişta balkêş ew e ku her çend ev bac bi giranî ji gel tê standin jî, hema bêje bac ji şîrketên mezin nayê stendin. Bacê nadin an jî bacên pir kêm didin. Lewma barê aborî dikeve ser milê gel."
'PÊŞKÊŞÎ SERMAYEDARAN DIKIN'
Muftuoglû got ku Wezîr Şîmşek bi pêşkêşkirina çavkaniyên welêt ji bo sermayedarên biyanî hewl dide veberhênerên biyanî bikişîne Tirkiyeyê û got ku ev beş jî ji bacê bêpar e. Muftuoglû diyar kir ku bernameya din a Mehmet Şîmşek jî ew e ku ji bo sermayeyê ber bi Tirkiyeyê ve bikişîne atmosfera veberhênanê ava bike û got: "Di vê çarçoveyê de ji sermayeyê bac nayê girtin û bi erzankirina çavkaniyên xwezayî qadên veberhênanê tên afirandin. Lê belê ev polîtîka, dibe sedema wêrankirina daristanên ku qadên xwezayî yên Tirkiyeyê yên herî biqîmet in. Daristan tên tunekirin. Herî dawî wekî me li Artvînê dît, li van deran kanên madenê tên vekirin û xweza tê texrîbkirin. Ev yek, çandiniyê jî ji holê radike. Lê dîsa jî ev veberhênan ji nedîtî ve tên dîtin û tew kesan teşwîq dikin."
BI MILYARAN DOLAR JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN
Muftuoglû bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye ji sala 2011'an û vir ve li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê konsepta şer dişopîne û got ku ji bo şer gelek pere hatiye xerckirin û wiha pê de çû: "Tirkiye ji sala 2011'an û vir ve bi welatên cîran ên wekî Sûriyeyê re konsepta şer pêk tîne. Em dibînin ku di vê pêvajoyê de lêçûnên çekdarîkirinê her diçe zêde dibe. Ji ber ku gelek pere ji bo teknolojiya çekan tê xerckirin."
Muftuoglû destnîşan kir ku piraniya budçeya vê salê ji bo şer hatiye veqetandin û ev budçe ji welatiyên xizan tê stendin.
'ÇAREYEKE CHP'Ê YA JI BO KRÎZAN HEYE?'
Muftuoglu diyar kir ku li dijî krîzên aborî û civakî tu bername û çareseriyeke CHP'ê nîn e û wiha got: "Muxalefeta îro nikare li dijî krîzên aborî, hilweşandina ekolojîk û têkbirina aştiya civakî alternatîfeke berbiçav bide der. Bernameya aborî ya CHPê çi ye? Li dijî texrîbkirina xwezayê û pêşîgirtina xizaniyê plansaziyeke wê heye? Ji bo çareserkirina meseleya kurd pêşniyazên wê hene? Mixabin, di an waran de alternatîfeke wê ya berbiçav tune ye. Lewma ger bi vî awayî ber bi hilbijartinê ve biçe, ev wê tenê bi kêrî desthilatê bê."
Muftuoglû diyar kir ku desthilat li şûna ku gel dahatên zêdetir bi dest bixe û xizmeta tenduristiyê baştir bigire, ji bo parastina desthilatdariya xwe gavan diavêje û got ku armanca bingehîn a li vir bi polîtîkayên populîst desteka girseyê ye. Muftuoglû destnîşan kir ku ger li dijî vê sendîka û rêxistinên pîşeyî tevngerin û têkoşînê birêxistin nekin wê rewş xirabtir bibe.
MA / Ferdî Bayram